Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 24 Ağustos 2025

HDP sibê dest bi ‘Hevdîtinên demokrasiyê’ dike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 1’ê hezîranê de bi civîna çapemeniyê belgeya helwestê aşkere kiribû û biryara çalakiyan dabû. Weke çalakiya destpêkê jî ‘Meşa demokrasiyê’ dabû destpêkirin.  Meşa ku ji baskên Colemêrg û Edîrneyê pêk dihat, di 15’ê hezîranê de li Enqereyê bi dawî bû. Di çarçoveya çalakiyan de HDP sibê jî dê li meclisê dest bi pêngava ‘Hevdîtina demokrasiyê’ bike. Tê payîn ku bernameya HDP’ê ya ‘Bernameya têkoşîna demokratîk’ di 1’ê îlonê de bi dawî bibe.

Li gorî nûçeya MA’yê, HDP’ê dê sibê piştî Civîna Lijneya Navendî ya Partiyê dest bi pêngava duyemîn bike. Li dijî pêşnûmeya zagonê ya ji bo pirbarotiyê jî dê bi helwesta; ‘Em hemû bi hevre ji bo mafê parastinê dibin yek’ nêz bibe. Pêngava duyemîn sibê bi civîna çapemeniyê ya hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re dê dest pê bike.

Bernameya meha tîrmehê

Di meha tîrmehê de HDP dê di çarçoveya ‘Hevdîtina demokrasiyê’ de hevdîtinan bike. Dê di van hevditinên demokrasiyê de li dijî şerê heyî aştiyê, li dijî pêkanînên dijdemokratîk jî dê demokrasiyê derxin pêş. Tê gotin ku daxwaza sereke jî dê aştî be. Di çarçoveya pêngavê de dê bi gelek derdorên cuda re hevdîtin bên kirin. Dîsa dê bi karker, cotkar, rewşenbîr, xwendekar, nivîskar, jin, ciwan û nasnameyên cuda re hevdîtin bên kirin.

Her wiha di meha tebaxê de jî HDP dê 10 mijaran di hevdîtinan de nîqaş bike. Yek ji van mijaran mafê parastinê ye û yên din jî mafên mirovan, mafê kedê, ji şer û xizaniyê re na, wekheviya baweriyê û azadiya gelan, edalet û demokrasî ne. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar