Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

HDP: Yên ku partiya me hedef nîşan didin desthilatdariye

HDP’ê derbarê êrîşa li dijî avahiya wan a li Îzmîrê de daxuyanî da û wiha got: “Yên ku ev provokasyona bi talûke pêk anîn, teşwîqkarên bûyerê, partiya me û rêxistina me ya bajêr hedef nîşan dane desthilatdariye. Yên ku van provokatoran beralî dike Wezareta Karên Hûndire.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê êrîşa li dijî avahiya Bajêr a Îzmîrê ya partiya xwe û kuştina xebatkara partiyê Denîz Poyraz de, daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya HDP’ê wiha ye: “Bi mehan e partiye me, ji aliyê partiya desthilatdar û Wezareta Karên Hûndir ve hedef tê nîşandin. Bi armanca provokasyonê hin malbat bi rêxistin kirin û şandin ber avahiya partiya me ya bajêr. Di encama vê yekê de, îro saet 10:30’an êrîşek çekdarî li dijî avahiya me ya Îzmîrê pêk hat.

Êrîşkarê bi çek ê tê gotin 35-40 salî ye, dema ku xebatkara me Denîz Poyraz li avahiya partiyê bû, bi ser avahiyê digire. Êrîşkar gulayan berdide derdorê û avahiya me dide ber agir. Heya demek dirêj mudaxileyê bûyerê nayê kirin. Êrîşkar di serdegirtina  avahiyê de rêhevala me Denîz Poyraz xebatkara partiyê qetil dike.

Piştî bihîstina êrîşê, girseya me li ber avahiya me ya Navçeya Konak kom dibe.

Di encama proveya provokasyona duh a di Doza Kûmpasê ya Kobanê ya li Sîncanê hat dîtin de, îro ev êrîş pêk hatiye. Ev jî armanc û pêyamê aşkera dike. Yên ku ev provokasyona bi talûke pêk anîn, teşwîqkarên bûyerê, partiya me û rêxistina me ya bajêr hedef nîşan dan desthilatdariye. Yên ku van provokatoran beralî dike Wezareta Karên Hundir e.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar