Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Temmuz 2025

HDP yên Mêrdîn û Agiriyê dê kongreyên xwe li dar bixin

HDP’a Mêrdîn sibê û HDP’a Agiriyê jî dê di 9’ê çileyê de bi dirûşma ‘Em bi hêvî û wêrekî xwe birêxistin bikin û faşîzmê hilweşînin’ 3’yemîn Kongreya Asayî lidar dixin. Ji bo tevlêbûna gel bang hate kirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê sibê bi dirûşma ‘Em bi hêvî û wêrekî xwe birêxistin bikin û faşîzmê hilweşînin’ 3’yemîn Kongreya Asayî li dar dixe. Kongre dê bi beşdariya hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Eywana Konserê ya Otela Yay Grandê bê lidarxistin. Hevserokên HDP’a Mêrdînê Eylem Amak bi tirkî û Salîh Kuday jî bi kurdî daxuyanî dan û banga beşdariya kongreyê li xelkê Mêrdînê kirin.

HDP’a Agiriyê

Di heman demê de HDP’a Agiriyê jî dê di 9’ê çileyê de 3’yemîn Kongreya Asayî pêk bîne. HDP’a Agiriyê têkildarî lidarxistina kongreyê bi tevlêbûna parlamentera HDP’ê ya Agiriyê û berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û rêveberên partiyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de Taşdemîr axivî û got dê kongreya wan bi beşdariya hevserokê wan Sezaî Temellî li Eywana Dawetê ya Şaredariyê pêk were. Taşdemîr destnîşan kir ku tevî êrîşên li dijî partiya wan jî dê têkoşîna xwe bidomînin û banga tevlêbûna kongreyê li gelê Agiriyê kir. MÊRDÎN/AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar