Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî

Berdevka Komîsyona Huner, Çand, Werzîş û Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP’ê Sevtap Akdag, bi munasebata salvegera mirina siyasetmedar û zimanzan Elî Celadet Bedîrxan daxuyaniyeke nivîskî da. Akdag diyar kir ku Celadet Elî Bedîrxan li pey xwe mîrateyeke mezin hiştiye û wiha got: “Ji ber vê yekê em di salvegera 69’emîn mirina wî de Celadet Elî Bedîrxan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Akdag bi bîr xist ku li gel sirgunê jî ji bo hebûn û nasîna mafên kurdan li her qadê têkoşiyaye û berxwedanê ku ji bo vê armancê derketin holê paşguh nekiriye. Di berdewamê de Akdag bal kişand ser xebatên ji bo zimanê kurdî û xebatên wêjeyê yên Celadet Elî Bedîrxan û derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Di 15’ê Gulana 1932’yan de Kovara Hawarê derxistiye û ronakbirên kurd ên mîna Celadet Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Nurettîn Zaza, Qedrîcan û Cegerxwîn gihandiye hev. Di hejmara 27’an a kovarê de ji bo ciwanan ev tişt dibêje; ‘Kurdîtiya bê ziman rêzgirtinê ji mirov re çênake’ ev ji bo me şermeke mezin e. Emrê xwe ji bo pêşxistina zimanê kurdî bexşand. Ji bilî derxistina kovarê ji bo standartîzasyon û pêşxistinê kurdî jî bingeke baş ava kir.”

Banga xwedî derketina mîrateya Bedirxan

Di dawiya daxuyaniya xwe de Akdag pêkanînên qeyûm ên li dijî zimanê kurdî jî bi bîr xist û ev bang kir: “Li dijî polîtîkayên pişaftinê, çand û ziman, di şexsê Celadet Elî Bedirxan de hemû kesayetên kurd  bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji mîrateya wan fêm bikin û bigihînin nifşên nû.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar