Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

HDP’ê ji bo bûyera li Dêrsimê daxuyanî da

HDP’ê têkildarî zarokên xwişk û birayên hev Ayaz û Nupelda Guloglu yên li Pilûra Dêrsimê di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî kuştina xwişk û birayên hev Ayaz û Nupelda Guloglu yên li Navçeya Pilûrê ya Dêrsimê di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek nivîskî da. Li ser navê HDP’ê daxuyanî ji aliye cîgirê hevserokan ê Berpirsiyarê Rêxistinê Alîcan Onlu ve hat dayîn.

Onlu diyar kir ku Ayaz û Nupelda Guloglu dema li tenişta xanî dilîstin teqemenî bi wan de teqîya ye û jiyana xwe ji dest dane û anî ziman ku bê şert û merc tişta bûye sedema kuştina zarokan şermezar dike û xwest kesên berpirsiyar bi lez bên cezakirin.

Onlu da zanîn ku li Dêrsimê 10 hezar mayîn hatine çandin û tenê di sala 2009’an de li gorî rapora Şopandina Bombeyên Çandî 23 zarok bi teqemeniyan jiyana  xwe ji dest dane û wiha got: “Waliyê Dêrsimê bêyî der barê bûyerê de lêpirsînê bide destpêkirin û lêkolîna tiba edlî pêş bixe, ji bo bersûc neyên cezakirin daxuyanî daye. Walî wekî cînayeta Sakine Oguz a di meha gulanê de li navçeya Xozatê daxuyanî da, niha ji bo van zarokan jî heman daxuyanî da. Bi vê yekê dixwaze ser lêpirsînê bigire û bersûc bê ceza bên hiştin. Em dîsa sersaxî ji bo hemû malbat û gelê Dêrsimê re dixwazin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar