Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

HDP’ê ji bo ‘darbeya 4’ê Mijdarê’ daxuyanî da: Em hîn xurttir in

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê di salvegera darbeya 4’ê Mijdarê de daxuyaniyek weşand û wiha got: “Em 5 sal in li dijî darbeya siyasî li ber xwe didin, em hîn xurttir in.”

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê di salvegera darbeya 4’ê Mijdarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya HDP’ê de ev tişt hat gotin:

“Beriya niha 5 salan di 4’ê Mijdara 2016’an de ji ser partiya me li hemberî siyaseta Tirkiyeyê darbeyek hatibû kirin û ev darbeya siyasî hê jî didome.

Hevserokên me yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş di serî de bi dehan parlamenterên me hatin girtin. Bi vê darbeyê re bi sedan hevalên me yên hatibûn hilbijartin, bi hezaran kedkar û endamên me hatin girtin. Di 4’ê Mijdarê de îradeya gel hat desteserkirin, bi operasyonên derveyî hiqûqê siyaseta demokratîk hat tasfiyekirin, hat xwestin ku daxwaza wekhevî, azadî û aştiyê were tunekirin. Bi biryara yekser a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî derketiye holê ku ev operasyon ne hiqûqî ye, ev operasyonên siyasî ne.

Desteserkirina îradeyan bi tenê li ser partiya me nehat kirin, zanîngeh, komele û rêxistinên saziyên sivîl jî ketin ber. Desthilatdariyê dît heta ku HDP hebe wê nikaribin li Tirkiyeyê faşîzmê ava bikin û ji ber vê partiya me kirin hedef. AKP û hevkarên wan ne bi tenê darbeya siyasî dan destpêkirin, piştî sala 2015’an maseya çareseriyê jî wergerandin û planên çokdanînê xistin dewrê. Bi vê re li Tirkiyeyê krîzên siyasî, ekonomîk û civakî kûrtir bûn.

Pêvajoya ku bi 4’ê Mijdarê dest pê kir îro bi doza girtina partiya me re didome. Di 5 salên dawîn de bi saya hêza gel û me ji mîrateya xwe ya dîrokî stendiye, me li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin. Em ji berê xurttir in. Darbekar jî roj bi roj têk biçin. Bi krîza ku ava kirine, wê têk biçin. Partiya me li ser xwe ye û ji gelên Tirkiyeyê re dibe hêvî.

Di sala 5’an de jî em ê li hemberî vê darbeyê têkoşîna xwe geş bikin. Bi operasyonên tasfiyeya siyaseta demokratîk û zilmê re em teslîm nebûn û em ê nebin jî. Em ê bi ser bikevin, wê gel û rêhevalên me bi ser bikevin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar