Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Hê jî agahî ji nûnerên Rêveberiya Xweser û endamên RJAK’ê nayê girtin

Nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen 64 roj in û 3 endamên RJAK’ê jî 8 roj in di destê PDK’ê de ne û agahî ji wan nayê girtin

Navenda Nûçeyan |

Di 10’ê hezîranê de hêzên PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD’ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandibûn. 29’ê tîrmehê de endamên têkiliyan ên PYD’ê piştî 50 rojî serbest berdabûn.  Cîhad Hesen 64 roj in nehatiye berdan û rewşa tenduristî wî xirab e. Heta niha rayedarên PDK’ê sedemên revandinê ji PYD’ê û Rêveberiya Xweser re aşkera nekiriye.

8 roj in endamên RJAK’ê di destê PDK’ê de ne

8 roj in agahî ji du rêveber û endamek RJAK’ê ku ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê çûbûn Şengalê û di vegerê de asayîşa PDK’ê ew binçav kiribûn, nayê girtin. Rêveberên RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî û endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de asayîşa PDK’ê ya Kelek ew binçav kiribûn. 8 roj in aqûbeta wan ne diyar e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar