Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

HEDEP: Tunehesibandina kurdî ya Diyanetê munafiqî ye

Hevberdevkên Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bertek nîşanî cihêkariya zimanê kurdî ya Diyanetê dan û gotin: “Helwesta Diyanete bi gotina herî sivik minafiqî ye.”

Serokatiya Karûbarên Diyanetê di ser malpera xwe ya fermî de, cih da 8 zimanan ku ji bo xutbeyên în û cejnê werin şopandin lê belê di nava van zimanan de kurdî tune. Hevberdevkên Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Yuksel Mûtlû û Mahfûz Guleryuz, têkildarî cêhêkariya Diyanetê daxuyaniyeke nivîskî parve kirin. Di daxuyaniya bertek nîşanî tunehesibandina zimanê kurdî hat dayîn û ev tişt hatin gotin: “Tevî ku em hember derketin Diyanet dest vê nêzîkatiya xwe ya faşîzan û nijadperast berneda û malper ji kurdî re hate girtin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev helwesta Diyanetê dijberî ayetan e û ev tişt hat gotin: “Kurd li ser axa xwe rastî vê cihêkariyê tên. Ev yek derveyî rêgeza ‘ummeta bira û wekhev’ e. Ev nêzîkatiya diyanetê bi gotina herî sivik munafiqî ye. Hemû nivîsên îlahî ji bo ku mirov fêm bikin tên. Kes neçarê hînbûna zimanên din nîn e. Ev yek ne li gorî edaleta îlahî ye. Ev yek nijadperestî ye.”

Daxuyanî wiha dom kir: “Diyanet bi vê helwesta xwe ve ayetên Xwedê Teala tune dihesibîne. Em bang li Diyanetê dikin ku bila ji bandora siyaseta înkar û asîmîlasyonê derkeve û xizmetî hemû zimanên ku li welatê me tên axaftin bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar