Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 6 Mayıs 2025

Hejmara 12’yemîn a kovara Wêje û Rexne derket

Kovara lêkolîn û rexneya wêjeyî Wêje û Rexneyê piştî navbereke dirêj hejmara xwe ya 12’an derxist

Navenda Nûçeyan | 

Kovara lêkolîn û rexneya wêjeyî Wêje û Rexneyê piştî navbereke dirêj hejmara xwe ya 12’an derxist. Edîtoriyê jî ev navber bi bîr xist û malavahiya xwendevan û piştgiriya PirtûkaKurdî kir.

Nivîsên têde

Di hejmara 12’an de nivîskarên li jêr gotarên li jêr nivîsîne:

Serdar Ay. Kovar: Der, Derdor, Tor

Jordi Tegel Gorgas; Pêwendiya Franco-Kurdî li Lubnan û Sûriyeyê (1930-1946) û bandora wê li ser nasnameya Kurdî ya neteweyî. Wergera ji Fransî Nebîyê Dûro kiriye

Dîlawer Zeraq; Wekî şûngeha dij-mêtinger; Gor di çîrokên “Leylana rastiyê” û “Li goristaneke Amedê” de

Zana Zengenî; Ji nifşe Hawarê şairekî nepenî: Xemgîn

Firat Aydinkaya; Di derbareyê “Nameya ji rewşenbîrekî Kurd bo Mistefa Kemal” da. Wergera ji tirkî Sînan Gultekîn kiriye.

Elîf Gun; Ji perspektîfa rexneya femînîst a wêjeyî, Lêkolînek li ser çîroka Nûredîn Zaza a bi navê “Gulê”

Serdar Ay; Li ser sansur û sirgûnê bi Yaqob Tilermenî re hevpeyvîn

Merve Şivan; Nêrîneke rexneyî li ser romana ‘Êvara perwaneyê’ ya Bextiyar Elî

Elîf Gun; Danaşîna çend xebatên di derbarê qonaxa Hawarê de

Bi sê zaraveyan weşan dike

Kovara lêkolîn û rexneya wêjeyî Wêje û Rexneyê di sala 2014’an de bi sê zaravayên kurdî; kurmancî, kirmanckî û soranî dest bi weşana xwe kir. Kovar 4 mehan carek dihat çapkirin. Ji aliyê din ve kovar cih nade berhemên wek helbest, roman, çîrok, şano û hwd. Kovar tenê makale û lêkolînên a ji bo rexne, wêje û bîrdozî diweşand.

Lê kovara piştî hejmara xwe ya 11’emîn ji ber nebûna nivîsan navber dabû weşana xwe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar