Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Hejmara kesên di bagera li Filîpînê de jiyana xwe ji dest dan derket 41 kesan

Bîlançoya bagera Phanfon a li Filîpînê giran dibe. Li gorî agahiyên dawî, heta niha 41 welatiyan di encama bagerê de jiyana xwe ji dest dane

Di roja Cejna Noelê de li Filîpînê bagera Phanfone rabû. Bager duh jî ji herêmê çû. Lê belê xisareke mezin li pey xwe hişt. Li giravên Visayasê yên Filîpînê tespîtên der barê encamên bandora bagerê de temam bûn.

Li gorî bîlançoya nû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 41 kesan. Li gorî bîlançoya înê, 28 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Rayedar her wiha li 12 kesan jî digerin.

Rayedar dibêjin ku bagerê bandor li zêdetirî milyonek û nîv mirovan kiriye. Derdora 260 hezar xanî ji ber bagerê zerar dîtine û herî kêm 100 hezar kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.

Hikûmetê ragihand ku vê bahoza tropîkal bi qasî 21 milyon dolarî zirar li sektora çandiniyê û binesaziyê kiriye.

Her wiha di sala 2013’an de jî li heman herêmê bagera Haiyan rabû bû û zêdetirî heft hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Li Filîpînê salane derdora 20 bager û bahozên tropîkal radibin. Di destpêka meha kanûnê de ji ber bagera Kammûrî herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar