Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Hejmara sivîlên birîndar derket 7 kesan

Dewleta tirk navenda Dirbêsiyê bi dijwarî bombebaran dike. Her wiha di encama êrîşan de li gundê Kêl Hesnak ê Tirbespiyeyê 4 sivîl û li gundê Sêgirka yê Qamişloyê jî zarokek birîndar bû

Hêzên artêşa tirk a dagirker di çarçoveya êrîşên dagirkeriyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê de gelek herêmên Rojava bombebaran kirin. Di encama bombebarana artêşa tirk de gelek sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên artêşa tirk di van kêliyan de navenda Dirbêsiyê bi awayeke dijwar bombebaran dike. Têkildarî encamên bombebarana artêşa tirk a li dijî navenda Dirbêsiyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Her wiha artêşa tirk bi balafir û obûsan êrîşî gundê Kêl Hesnak ê li bakurê rojhilatê Tirbespiyê yê Qamişloyê kir. Hat zanîn ku di encama êrîşa hêza dagirker de yek jê zarokê bi navê Rojîn Sebrî (16), bi giştî 4 kes birîndar bûn.

Zarokê 6 salî hedef girtin

Artêşa dagirker her wiha li gundê Sêgirka yê Qamişloyê jî zarokekî 6 salî hedef girt û gule reşandin. Di encama gulebaranê de zarokê 6 salî birîndar bû. Di heman demê de erebeyeke li derdora gund jî bû hedefa artêşa tirk.

Bîlançoya heta niha

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi van êrîşên dawî re heta niha sivîlek hate qetilkirin û 7 sivîl jî birîndar bûne. Encamên gelek êrîşan jî hê nehatine aşkerakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar