Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Heke hikûmeta Başûr xeletiya xwe nebîne dê statûya Başûr ji dest biçe’

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û mamosteyê zanîngehê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê û siyaseta hikûmeta başûrê Kurdistanê ji Rojnewsê bi Botan Germiyanî re axivî.

Kamûran Berwarî diyar kir ku tiştekî bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê nemaye û wiha got: “Desthilatdarên Başûr nekarîn bi berpirsyarî nêzî êrîşan bibin û vê plana metirsîdar a Enqere, Bexda û Tehranê fam bikin. Rûdanên niha, encamên referandûma Barzanî ye ku bû sedem Hikûmeta Herêmê gumrig, sînor, aborî, ewlehî û serweriya xwe ji dest bide. Ger siyaseta xwe ya xelet bidomînin, dê statûya Herêma Kurdistanê jî winda bikin.”

Plana hevbeş a hêzên dagirker

Bi domdarî jî Berwarî anî ziman ku di sed salên borî de Sûriye, Iraq, Tirkiye û Îranê her tim li dijî gelê kurd û tevgerên rizgarîxwaz ên gelê kurd dijminatî kirine û wiha domand: “Ji bo dagirkirina herêmê niha jî plan û lihevkirineke wan a hevbeş heye. Dixwazin li dîrokê vegerin. Bi taybet jî li gorî bername û stratejiya wan dê dewleta tirk û hikûmeta Iraqê sînor kontrol bikin û bihevre li dijî tevgera azadîxwaz a kurd şer bikin.”

Banga avakirina hêza kurdistanî

Herî dawî jî Kamûran Berwarî ev tişt destnîşan kir: “Ger em xwe neparêzin û hêza me nebe, tu destkeftiyeke me dê nemîne. Pêwîste desthilatdarên Başûr ji stratejiya xelet a 100 salên borî nedomîne. Divê xwedî stratejiyeke neteweyî bin û hêzeke kurdistanî ava bikin. Her wiha divê serokomarê Iraqê Berhem Salih jî weke kurdekî erk, berpirsyariyên xwe yên neteweyî, exlaqî û mirovî pêk bîne. Divê bibîne bê ka li Kurdistanê rojane çiqas jin, zarok û ciwan şehîd dibin û çiqas gund tên şewitandin û valakirin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar