Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 11 Haziran 2025

Helbestvan Dilzar hat oxirkirin

Helbestvanê kurd Ehmed Dilzar ku ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê rehmet kir, li navçeya Koye ya girêdayî Hewlerê hat oxirkirin

Helbestvanê kurd Ehmed Dilzar di temenê 101 saliyê de ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê li mala xwe ya li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Dilzar li Goristana Derwêş Xidir a navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê hat definkirin. Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê malbatê taziye nedanî.

Ehmed Dilzar kî ye?

Navê rast yê Ehmed Dilzar, Ehmed Mistefa Mihemed e. Ehmed Dilzar di 8’ê çileya sala 1920’an de li navçeya Koyeyê ji dayik bûye. Dibistana seretayî qedandiye û di dema xwendina dibistana navîn de dest ji dibistanê berdaye.

Dilzar ji ber ku tevli tevgera komînîst bû di sala 1946’an de hat girtin û piştî ku hat berdan di sala 1948’an de cara duyemîn hat girtin. Di girtîgehên Hewlêr û Bexdayê de ma.

Di sala 1959’an de dibe endamê Yekitiya Wêjevanên Ereb. Di sala 1970’an de, weke yekem endamê Desteya Rêveberiya Yekîtiya Nivîskaren Kurd tê hilbijartin. Di sala 1963’an de dibe endamê Partiya Komînîst.

Di sala 1974 heta 1979’an nûnerê Lijneya Eniya Demokratîk a Hewlêrê bû. Her wiha Endamê Encûmena Yasanan a Herêma Kurdistanê bû. Di sala 1975’an de endamtiya Encûmena Alîkariyê ya Iraqê ya aştiyê wergirt.

Piştre koçî Swêdê kir û li wir bi cih bû. Piştî salên sirgûniyê di sala 1994’an de vegeriya Hewlêrê ê li vir jiyana xwe doman.

Dilzar pirtûka bîranînên Baba Tahir Hemedanî ji zaravayê lorî werger kir. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar