Dewleta Tirk dagirker û qirker e, bi taybet jî kujerê jin û rojnamevanan e. Vê dewleta dagirker û qirker dîsa du hevalên me yê hêja qetil kir. Destpêkê hevala Cîhan Bîlgîn û hevalê Nazim Daştan bi minet û rêzdarî bibîr tinim. Ji malbatên wan ê hêja, Ragihandina Azad û gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazim. Çawa ku ew heta nefesa xwe ya dawî girêdayî şehîdan û nirxên têkoşînê man, ji bo jiyandina bîranîn û pêkanîna armancên şehîdan xebitîn, em ê jî ala wan bilindtir bikin û li hemû qadên têkoşînê li ba bixin. Wê tu carî pênûsa wan qehremanan li erdê nemîne. Kedxwar, dagirker, tirsonekên nemerd wê bi bêrûmetiya xwe ve sertewandî bimînin.
Dewleta dagirker û qirker dixwaze bi “nûçegihanên” xwe yê boyaxkirî, çavên gelan boyax bike, tarî bike û serê gelan tevlîhev bike. Her “nûçegihaneke” şerê taybet li ser lingekî 40 derewan dike. Beriya her tiştî ev li ser navê mirovahiyê, heqîqetê û rojnamevaniyê şerm û sûcekî mezin e.
Hevalên me Cîhan û Nazim, bi yek wêne, dîmen û peyveke rast, dîwarê derewkaran bilindkirî hildiweşandin. Geh çûn ser cenaze û bermahiyên dagirker û çeteyan, esil û nasnameyên wan diyar kirin; geh çûn çeperên berxwedêran û rewşa şer bi me re parve kirin. Ked û hewldanên wan hevalên hêja tu carî nayê jibîrkirin. Pratîka wan ji bo me û hemû heval û rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi dersên jiyanî dagirtî ye. Hevala Cîhan û hevalê Nazim pişta xwe dane şoreşger û berxwedêran, di nav gel de xebitîn. Ji mirinê netirsiyan. Bi sekna xwe mirin kuştin. Ji tank, top, balafir û çekên dagirkeran netirsiyan. Di oxira heqîqetê de canê xwe dan. Cîhan û Nazim zanîbûn ku bi telefonên xwe tevlî weşanan bibin, di sengerên pêş de dîmen û wenêyan bigirin, yê bibin hedefa dagirkeran. Lê dîsa jî nesekinîn, ji bo gelên me û cîhan rastiyan bibînin, bizanin; Nazim û Cîhan berdêlên cîhanan canê xwe dan. Ji ber van taybetmendiyên xwe ye ku bawermend têk naçin. Bi şehadeta xwe jî ji bo yên li pey wan mayî zemînê pêşveçûnê diafirînin, pîvanan bilind dikin û riya serfiraziyê vedikin.
Mirov li daxuyanî û hewldanên hinek rêveberên qada şoreşê dinere, guhdar dike, ev helwesta Cîhan û Nazim tê de lawaz dimîne. Em tenê bi alîkariya hêzên derve destkeftiyên şoreşê nikarin biparêzin. Divê mirov zêdetir bi xwe, heval û gelên xwe bawer bike. Şert û mercên Rojhilata Navîn û bi taybet jî yên Kurdistanê dijwar in, em wê jî dizanin. Lê diyalektîkeke Şoreşa Kurdistanê heye ku vê helwestê rûh daye têkoşînê û pêşveçûnê. Ew jî rêgeza hêza cewherî ye. Hêza cewherî, ne ew e ku bi tena serê xwe li hemberî cîhanê bisekinin. Jixwe cîhan jî hemû ne li hemberî me ye. Hêzên azadî û demokrasiyê yên li çar aliyê cîhanê, mirovên xwedî wijdan û rûmet, piştgiriya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dikin. Şoreşa Kurdistanê, bûye hêviya gelan, taristana vê serdema kapîtalîst a neheq, zalim, bêhest û bêwijdan diçirîne û weke roja pîroz her kêlî hineke din bilind dibe. Ji bo wê jî divê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sekna parastina pasîf dûr bikeve. Xwe bispêre rewabûn, ezmûn, hêza gelên xwe ya birêxistinkirî û şervanên xwe, wê teqez bi ser bikeve.
Piştî têkçûna DAIŞ’ê wisa dixuye ku rehawet û sermestiyeke zaferê peyda bûye û bandora xwe li ser gelek aliyan kiriye. Şoreşa Kurdistanê, hêza xwe ya bingehîn ji rewabûn û felsefeya xwe ya mirovane digire. Her wiha Rêber Apo pîvanên parastina cewherî diyar kiribûn: Bi qasî ku em cîhanê têk bibin hêza me hebe, em êrîş nakin. Hemû cîhan bibe yek û bi ser me de jî were, em ê dîsa jî li ser esasên parastina cewherî li ber xwe bidin. Niha dewleta dagirker û qirker dixwaze bi hewaya HTŞ’ê û çeteyên girêdayî xwe zextê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û paş de gavan bide avêtin. Teslîmiyetê jî qebûl nake, belavbûn û tinebûnê ferz dike.
Helbet xebatên dîplomatîk girîng in û divê bi tempoyeke bilind werin pêşxistin. Tenê xwespartin û bendêmayîna dîplomasiyê, hêrî zêde wê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyên din zêde bike. Dîplomatên hêzên azadî û demokrasiyê divê zêdetir bi xwe, heval û gelên xwe bawer bikin û vê nîşan bidin. Bi helwestên zelal, wêrek, hostayî moral û baweriyê bidin herkesî. Sekna xurt a birêxistinkirî, piştgiriya gelên herêmê û cîhanê, dikare helwesta hêzên mezin jî biguherîne.
Gotina ‘agirbest pêk were, şervanên biyanî dikarin ji Rojava derkevin’ jî tê bihîstin. Ev kî, çima gotiye em nizanin, lê ji bo şoreşgerên enternasyonal hatibe gotin şaşîtiyeke mezin e. Golanî ji bo çeteyên li cem wan şer dikin mealen wiha got, “Li welatên cîhanê piştî çend salan mirovek li derekî dimîne, hemwelatîbûna wan tê qebûlkirin, helbet ji bo şervanên me yên biyanî jî tişteke wisa wê were kirin.” Ji çeteyên li ber kamerayan serê mirovan jê dikin re mafê hemwelatîbûna Sûriyeyê heye. Heta dikarin bibin walî, şaredar, wezîr û serokwezîr, lê şoreşgerên bi qasî zarokan saf û paqij na! Kîjan aqil, exlaq û mirovahî vê qebûl dike? Sîxurê MÎT’ê yê bibin wezîr, lê şoreşgerên hemû jiyana xwe di oxira gelên Sûriyeyê de bi ser navê mirovahiyê xerc kirin, wê ‘biyanî’ werin dîtin. Çi dibe bila bibe, divê mirov li nirx û pîvanên xwe xwedî derkeve.
Di vê sîstema cîhanê de jixwe pîvan, exlaq, nirxên mirovahiyê hatine ber mirinê. Bi salan e dewleta dagirker û qirker jî tê de gelek dewletên cîhanê van çeteyên ku Sûriye xistine destê xwe weke “terorîst” binav dikin. Heta duh ji bo serê Golanî 10 mîlyon dolar xelat hatibû diyarkirin. Hêjî qaşo di lîsteya terorîstan a dewletan de ne. Enkîdûyê hemdem Hakan Fîdan bêyî ku şerm bike dibêje “ji berê de têkiliyên me hebûn.” Rayedarên Brîtanya û Amerîka jî tê de gelek dewletên din ketine rêza hevdîtina HTŞ’ê. Di erdnîgariyeke wisa de mirov li gorî hevsengiyan teşe bide xwe, siyaset û pêşerojê wisa diyar bike, wê bibe şaşîtiyeke dîrokî. Ya rast şoreşgerên li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baş dizanin, lê çima carinan axaftin û dîmenên cuda derdikevin, mirov wê fêhm nake. Em hêvîdar in helwesta Cîhan, Nazim û şoreşgerên li Tişrîn û Qereqozaxê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serwer bibe.