Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...
Perşembe - 20 Şubat 2025

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Helwesta hikûmeta AKP’ê

Ji Cotmeha 2024’an û vir ve di rojava Tirkiyeyê û Kurdistanê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hene. Ev rojava ku siyaseta herêmê ji nêz ve eleqedar dike bala hemû derdorên siyasî yên li ser herêmê xwedî hesab dikşîne.

Pêvajoya ku bi hevdîtinên heyata Îmraliyê ya DEM Partî dest pê kir, di civakê de heviyek mezin daye avakirin. Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtinên bi Rêber Apo re re pêşî bi partiyên siyasî yên Meclîsa Tirkiyeyê de hevdîtin pêk anîn. Piştre jî bi hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku niha li girtîgehên dewleta Tirk êsîr tên girtin rêze hevdîtin pêk anîn.

Di çarçoveya hevdîtinan de Endama Şandeya Îmraliyê li girtîgehên cûda serdana jinên siyasetvan ên girtî kir. Li gel vê endamên Şandeyê Ahmet Turk, Sirri Sureya Onder bi gelek derdorên cûda re hevdîtin pêk anîn. Di hemû hevdîtinan de peyamên erênî derketin pêş.

Herî dawî endamên Şandeya Îmraliyê serdana Başûrê Kurdistanê kirin. Li Hewler û Silêmaniyê li gel aliyên peywendîdar hevdîtin pêk anîn. Bêguman hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê ji gelek milan ve xwedî girîngiyek mezi in. Wisa diyare ku eger kesên ku muxatap hatine girtin li gorî vê girîngiê nêzî meseleyê bibin dikarin di vê pêvajoyê de bibin xwedî roleke girîng.

DEM Partî, DBP û Tevgera Jinên Azad jî, bi armanca piştgiriyê bibin vê pêvajoyê di navbera 2 û 13 Sibatê de zêdetirî 50 navendên cûda civînên gel li darxist. Li gel vê li sê navendên girîng jî mitîng hatin rêxistin kirin. Di van civîn û mitîngan de peyam diyar bû.

Di hemû bangan û nirxandinên di çarçoveya hevditinên Şandeya Îmraliyê de pêk tê nêzîkatiyek erênî tê dîtin. Bêguman divê wisa be jî. Ev helwesta erênî yek alî nabe. Ji ber ku ev helwest yek aliye û yek alî tên dest girtin weke tê xwestin jî pêvajo pêş ve naçe û gavên pêwîst nayên avêtin.

Bi van ve girêdayî gelek derdorên li ser mijarê diaxivin balê dikşînin ser helwesta Tevgera Azadiya Kurdistanê. Raste helwest Tevgera Azadiyê girîng e, lê rêveberên Tevgerê gelek caran bi daxûyanî û nirxandinên xwe de bi awayekî eşkere kirin ku ew piştgiriyê didin Rêber Apo.

Lê heman kesên ku bang li Tevgera Azadiyê dikin û li bendê ne gavên hîn şênber bên avêtin, lê bi haman girîngiyê û helwestê bang li aliyê hikûmetê nayê kirin. Di vir de cotstendartî heye. Ev helwest ku li bendiyê hemû gav ji liyê tevgera Azadiyê bên avêtin şaş e. Divê pêşî em bizanibin ku du aliyê vê meselê hene. Ger aliyek Tevgera Azadiyê be aliyêdin jî Dewlet ango hikûmet e.

Lê, hikûmeta ku aliyeke vê pêvajoyê ye banga çekdanînê li Rêber Apo û Tevgera Azdiyê dike ji aliyê din ve hemû êrîşên xwe didomîne. Dagirkirina Şaredariyên DEM Partî, girtina siyasetvanên Kurd, êrîşên li ser herêmên Bakur û Rohilatê Sûrî bi hemû dijwariya xwe dewam dikin. Tevî hemû van êrîşan jî aliyê Kurd hhewl dide vê pêvajoyê pêş bixe.

Di bin van êrîşên wisa dijwar û bê serûbin de gelo mirov dikare bahsa silametiye pêvajoyê bike. Bêguman ger bahsa lihevhatinek bi rûmet tê kirin divê herdû alî mîna hev cîdî werin girtin. Bangên tên kirin jî divê ji bo herdû aliyan be.

Di vir de bi qasî rola Tevgera Azadiyê divê rola hikûmeta AKP’ê jî diyarker be. Lê em bala xwe didênê hikûmet weke tê xwestin vê meseleyê cidî nagre dest. Ger bi rastî hikûmet ji dil be divê ev pêvajoya ku hatiye despêkirin cidî bigre û li gorî wê nêzî Tevgera Azadiyê û Rêber Apo bibe. Ji bo vê jî divê xwe ji wê nerîna ku bi hişmendiya serdest hatiye avakirin rizgar bike û li gorî rastiya gelê Kurd û Tirk tevbigere.

Ev helwesta hikûmeta AKP’ê dihêle ku gelek derdorên cûda jî bi awayekî şaş û kêm nêzî vê pêvajoya qedera sedsalan a gelen diyar dike bibin. Bi nêzîkatiyên şaş û kêm ne pêkane ku mirov li gorî rihê demê piştevaniya vê pêvajoyê bike.

Bi taybet hin kesên ku qaşo rewşenbîrin ango siyasetvan in xwe ji vê hişmendiya deweleta serdest rizgar nekirine. Di nirxandin û nivîsandinên xwe de hhewl didin vê pêvajoyê di perspektîfên cûda de binirxînin. Tevî ku Şandeya Îmraliyê li gorî pêdiviyan raya giştî agahdar dike, DEM Partî bi civînan civakê agahdar dike û aliyên siyasî tên agahdarkirin jî weke ku qet tiştek nayê zanîn û li gorî wê tevgerandin guhertina mijarê ye.

Em bala xwe didin hin nivîskarên Tirkiyeyê ji bo nivîsên wan zêde bên xwedindin ango ji aliyê hikûmetê ve erênî bên dîtin her cûda agahiyên şaş parvedikin. Divê were zanîn ku bi agahiyên şaş û kêm pêvajo nayê pêşxistin. Bi van agahiyên ku ji aliyê hin derdorên hikûmetê ve ji bo wan tê serwîskirin ne pêkane ku bikarin bi awayekî objektîf û xurt analîza pêvajoyê bikin. Ger bi rastî dixwazin hêz bibin ve pêvajoyê û bibin perçeyekî wê, divê guh bidin dengê civakê. Guh bidin daxwazên Tirkiyeyê. Ez bawer dikim ku wê rastiyên hîn baştir bibînin.

Wê demê were dîtin ku yên naxwaze ev pêvajo pêş bikeve kî ango kî ne. Wê sedama êrîş, girtin û dagirkirina şaredariyên gel jî jîn baştir were famkirin. Ger li gorî vê rastiyê nêzî mesleyê nebin rexneyên dikin jî wê yek alîbin. Rexneyên yekalî jî nepêkane ku bi xwe re pêşketinê bîne.

Nûçeyên Têkildar