Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

‘Her qada berxwedanê ji bo me çiya ne’

Gerîla Sarya Diyar got ‘Em li ku li ber xwe bidin çiyayên me ew der e. Li kolaneke biçûk a bajarekî ku em nas nakin jî berxwedan dikare hebe. Ew der jî ji bo me çiya ne.’

Gerîla Sarya Diyar digot, ‘Em li ku derê li ber xwe bidin ew der çiyayên me ne. Dibe ku ew der Avaşîn be, Besta be, Derya Reş be. Dibe ku kolaneke biçûk a bajarekî be ku em qet nas nakin. Li ku berxwedan hebe ew der ji bo me çiya ne.’

Gerîlayeke ku her qada berxwedanê ji bo xwe weke çiya didît, bi hezkirin û wêrekiyê tevdigeriya û berê xwe dida berxwedanê.

Li Avaşînê mirov ji kîjan gerîla bipirse wê qala gerîla Sarya bike. Ji ber ku wê erzaq, cebilxane, kêfxweşî û moral dibir ji her hevrêyên xwe re; bi çeperekê re, bi bingeheke şer re eleqedar dibû.

Ne ji ber berfê, ne jî ji ber baran, dema ku li Avaşînê dimeşiya tu carî gilî nedikir, her carê bi heman moral û manewiyatê erzaq digihand hevalên xwe yên li ser giran.

Beriya destpêkirina biharê dest bi amadekariyên çalakiyan dikir. Wêneyê xwedîderketina li jiyanê bû.

Gerîla Sarya haya xwe ji parastinê hebû. Dengê gerîlayekê li Şîve bilind dibe, wêneyê gerîlayekê li rêyên Govendê xuya dike. Bi destpêkirina biharê re wê çek datanî ser milê xwe û digot, ‘Ez ê biçim Govendê, biçim çalakiyê.’

Berxwedana gerîlayeke jin, nêrîna wê ya li jiyanê bû. Jixwe ev hezkirin bi xwe nebû? Ya ku hezkirin vediguheran rastiyê ne ev ruhên ku diyarî jiyanê hatine kirin e? Ya ku hezkirin tev li berxwedanê dikir û li her cihî belav dikir, yek ji wan Sarya Diyar bû.

Artêşa tirk a mêtinger dema ku 23’ê Nîsanê li qada Avaşînê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir, gerîla Sarya Diyar li qada Mamreşo bû. Li tunelên şer ên li qada Mamreşo cih girt. Li van tunelên şer bû navê tilîliyekê. Gerîla Sarya Diyar ku li dijî her cûre êrîşên dagirkeran li ber xwe da, di 3’ê Gulana 2021’ê de tev li karwanê nemiran bû û wezîfeya bilindkirina berxwedanê li pey xwe hişt. Çavkanî: ANF / Laleş Rênas -BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar