Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Herêma Balekayetî bala geştiyar û werzîşvanan dikişîne

Pirjê, Hesarî Sekran û Helgurd dikevin nav rêzeçiyayên Hesarost û ji ber bilindbûna xwe sê demsalên salê berf li ser wan heye. Ev çend sal e komeke werzîşvan û çiyagerên Balekayetî li ser berfa van çiyayan kaşûnbaziyê dikin, beşdarî Mîhrîcana Navneteweyî ya Berfê ya her sal li ser çiyayê Pirjê tê kirin, dibin.

Rêveberê koma werzîşvanan Ramyar Ehmed destnîşan kir ku hefteyê du rojan ji bo perwerdeyê tên lê ji ber qedexeya derketina derve xebatên wan kêm bûne. Ramyar bi domdarî jî wiha got: “Li Rojhilata Navîn Balekayetî ji bo antreman, hînbûn û lîstika kaşûnê baştirîn cih e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo geştiyaran bikişîne herêmê û ji zozanên herêmê sûd bigire, di nava tu hewldanan de nîne. Em her sal tev li gelek mîhrîcanan û bi taybet ên kaşûnê dibin û em encamên baş digirin.”

Her sal di meha sibatê de li ser çiyayê Pirjê Mîhrîcana Navneteweyî ya Kaşûnê tê lidarxistin. 20 werzîşvanên cîhanî û 25 werzîşvanên navxweyî tev li mîhrîcanê dibin. Heta niha 5 mîhrîcan hatine lidarxistin. Ji van mîhrîcanan 3 jê li binarê çiyayê Kodo yê Balekayetî û 2 jî li çiyayê Pirjê yê Çomanê hatin lidarxistin.

Mîhrîcana yekemîn jî di sala 1953’yan de di dema Melîk Feysel ê duyem de hatibû lidarxistin. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar