Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 3 Ağustos 2025

Herî kêm 780 zarok di girtîgehan de ne

Înîsîyatîfa Heq bi daxuyaniyekê ragihand ku li girtîgehên dewlet tirk herî kêm 780 zarok hene. Înîsiyatîfê da zanîn ku li girtîgehan jî binpêkirinên mezin hene

Înîsiyatîfa Heq têkildarî dayikên ku tevî zarokên xwe li girtîgehên dewleta tirk de girtî ne, bi ser navê ‘Cihê zarokan mala wan e, ne girtîgeh e’ daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî daneyên ne fermî, heta meha mijdara 2019’an li girtîgehên dewleta tirk 780 zarok girtî ne.

Di berdewamê de jî înîsiyatîfê diyar kir ku kapasîteya qawîşan 3 qat zêde bûne û ev agahî dan: “Li qawîşên girtîgehan zexta derûnî û lêgerîna bêserûber zêde bûye. Di hevdîtinan de girtiyan diyar kirin ku pirsgirêka germkirina qawîşan heye û di demsala havînê de jî pir germ in. Girtiyan got ku pirsgirêka ava paqij jî heye û nikarin sûdê ji ava paqij bigirin.”

Binpêkirinên li girtîgehan

Daxuyaniya înîsiyatîfê wiha bi dawî bû: “Dîsa girtiyan anîn ziman ku ava germ kêm didin û ji mafên xwe yên hevpar û civakî bêpar tên hiştin. Ji mafê tenduristiyê bêpar dimînin. Girtiyan destnîşan kir ku dema ji bo dermankirinê diçin nexweşxaneyê, bi awayeke kelemçeyî tên dermankirin. Girtiyan daxuyandin ku gardiyan wekî mirovan nêzî wan nabin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar