Di 29’ê Çileyê de Ebû Mihemed El Colanî, di civîneke li Şamê ku tenê berpirsên HTŞˋê û serçeteyên dewleta Tirk a dagirker beşdar bûn de, xwe weke serokê Sûriyeyê îlan kir. Herêm û pêkhateyên din ên Suriyeyê nehatin dîtin. Yek ji herêmên ku li Suriyeyê xwedî rolek girîng û diyarker e jî, Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ye. Tevahiya pêkhateyên herêmê û nûnerên Rêveberiya Xweser li hemberî vê gava hatiye avêtin nerazîbûn nîşan didin û wekî gaveke ne rewa binav dikin.Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer derbarê mijarê de pirsên ANHA’yê bersivand.
Hûn jî bûyerên li Sûriyeyê dişopînin, herî dawî li Şamê civînek bi navê “kongreya serkeftinê” çêbû. Beriya ragihandina vê kongreyê, hin axaftin li ser pêwîstiya beşdariya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê û aliyên siyasî dihatin kirin. Lê gaveke berovajî daxuyaniyên Heyet Tehrîr El Şam û daxwazên navneteweyî hat avêtin. Hûn weke Rêveberiya Xweser vê gavê çawa dinirxînin?
Pêwîst bû kongreya diyaloga nîştimanî çêbibûya, lê em bi lidarxstina civîneke leşkerî û beşdariya serkirdeyên komên çekdar û yên destên wan di xwîna piraniya Sûriyeyiyan de heye, matmayî man. Di vê civînê de Ehmed El Şeraa (Ebû Mihemed Colanî) xwe weke serokê komara Sûriyeyê îlan kir. Lê ev li dijî qanûnên navneteweyî ye. Hikumetên demkî, di çarçoveya lidarxistina kongreyên diyaloga nîştimanî û beşdariya tevahî pêkhate, çand, blok-partiyên siyasî û kesayetên nîştimanî, her wiha bi avakirina komîteyên çêkirina destura bingehîn de, tê avakirin. Lê tenê serkirdeyên komên çekdar di vê civînê de amade bûn û biryar tenê ji aliya beşeke leşkerî ve hat dayîn. Ev yek li dijî mafan û qanûnên navneteweyî ye.
Şoreş ne şoreşeke leşkerî ye. Şoreşa ku pêkhateyên Sûriyeyê di 2011ˋan de daye destpêkirin, bi armanca xwegihandina azadiyê, avakirina pergaleke demokratîk û beşdariya tevahî pêkhateyan bû. Lê di civîna Şamê de beşdariya piraniya pêkhateyan nebû, bi taybet tevgerên jinan û ciwanan nîn bûn. Ev hemû li dijî rastiya civakî ya Sûriyeyê ye. Di nav beşdaran de kesên destên wan di xwîna Sûriyeyan de hebû. Bi taybet kesên weke Ebû Emşe û Hatim Ebû Şeqra yên ku Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kirin, hebûn. Ev li hemberî hêvî û berjewendiyan xiyanet e, li dijî mafên gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê derbeyek e, ji bo her mirovek azad û demokrat şermek e.
Em weke Rêveberiya Xweser dibêjin ku eger pêkhateyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî pêkhateyên din ên Elewî, Durzî û xiristiyan beşdarî civînên diyalogê nebin, wê Sûriye ber bi nebûna çaresreiyê û kûrkirina krîzê ve biçe. Lewma divê herkes viya zanibe û pêşeroja welat di nava hêviyên gelên Sûriyeyê yên Şoreşa 2011ˋan de bin.
Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar dikin ku ev hikumet hikumeteke yekalî ye û ne ya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ye.
We piştî hilweşîna rejîmê pêşniyarek kiribû. Di navbera fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) de têkilî hebûn, lê piştî vê civîna li Şamê, gelo wê têkildarî dan û standina Rêveberiya Xweser bi rewşa nû ya li Şamê re çêbibin an na?
Na, armanca bingehîn dan û standina bi hikumeta nû re ye, lê divê desthilata Şamê mîna rejîma Baasê herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh neke. Ger ew dibêjin wê kongreya diyaloga nîştimanî li dar bixin, divê em tev li vê kongreyê bibin, divê tevahî pêkhateyên heyî tevlî bibin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berê beyannameyek pêşkêş kiribû; armanca me yekîtiya xaka Sûriyeyê û avakirina pergaleke nenavendî û demokratîk e ku xwe dispêre destûra demokratîk. Ev armanca me ya bingehîn e û dê nîqaş bi desthilata Şamê re li ser vê yekê bin.
Piştî hilweşîna rejîmê, gelek hêzên navneteweyî banga tevlêbûna tevahî pêkhateyan a di pêvajoya veguhastina siyasî ya giştî li Sûriyeyê de kirin. Bi taybet biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi hejmara 2254ˋan heye. Lê tevî ku ev civîn li gorî biryara NY’ê nîn e jî, me tu redkirin nebihîstin, tu helwestek ji hêzên navneteweyî yên ku li Sûriyeyê aktîv in nehat nişandan. Gelo hûn vê bêdengiyê çawa şîrove dikin?
Weke Rêveberiya Xweser, em ji destpêkê ve dibêjin ku em ê li gorî biryara NY’ê tevbigerin. Me gelek caran di daxuyaniyên xwe de ev bi bîr xistiye. Mijara veguhastina siyasî bi vî şêweyî wê zirarê bide gelên Sûriyeyê.Niha hin bertekên derdorên Durzî, Elewî û hin kesayetên nîştimanî, partiyên siyasî hene û vê hikumetê bi vî şêweyî qebûl nakin. Ger ev desthilat bi vî awayî nêzî van pêkhateyan bibe, dê bertekên xurt derkevin. Lewma divê bi awayekî lezgîn kongreyeke diyaloga nîştimanî bê çêkirin û tevahî pêkhate beşdar bin.
Piraniya komên beşdarî vê civînê bûne, di lîsteya ‘terorê’ de ne û hîn nehatine derxistin. Divê hêzên bi dosyaya Sûriyeyê re mijul dibin, bi taybet dewletên Ereban û Ewropî divê li gorî ku ev veguhastina siyasî veguhastineke girêdayî tevahî pêkhateyên Sûriyeyê be, nêz bibin. Nexwe dê zerarê bide veguhastina siyasî. Pêwîste di veguhestina siyasî de hemû pêkhate, bawerî û çand hebin. Lewma divê dewletên têkildarî dosyaya Sûriyeyê li ser vê mijarê haydar bin. Tevahî dewlet dibêjin divê gelê Sûriyeyê bi xwe biryarê bide, lê gelên Sûriyeyê di vê civînê de nebûn, hin kom li hev civiyan û biryar dan.
Herêma Siweydayê bi aşkera li dijî vê biryarê helwest nîşan da. Her wiha bi daxwaza azadiya tevahiya Suriyeyê însiyatîfek hat destpêkirin û 65 hunermend, derhêner, rewşenbîr û nivîskaran jî bi daxuyaniyekê banga azadiya ramanê kiribû. Bi nêrîna we, ger HTŞ û desthilata Şamê di ya xwe de dewam bike, wê bertek zêde bibin an na?
Bê guman wê bertekên dijber xurt bibin û hêdî hêdî gur bibe. Hêviya gel a di avakirina Suriyeyek nû de heye. Divê vîna gelên Sûriyeyê esas be. Avakirina Meclisa Gel (parlamento) û hikumeta veguhastinê dikare vî welatî bi rê ve bibe û destûreke demokratîk çêbike. Ev hêviya gelên Sûriyeyê ye, ne tenê hêviya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Paşguhkirina van pêkhateyan dê bi xwe re bertekên xurt bîne. Hêviya gel avakirina jiyaneke azad û pergaleke nenavendî ya demokratîk e.
Gelo wê rewşeke wekî tevgera Sûriyeyê ya 2011ˋan vegere?
Tevgerên siyasî yên Durziyan bi awayekî aşkera gotin, “Tevgera şoreşgerî heye. Ger em negihîjin armancên xwe, me rejîma berê qebûl nekiribû û vê rejîmê jî qebûl nakin”. Hêviya tevahî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê mezin e xwe bigihînin pergaleke demokratîk. Lê eger pêk neye, şoreş didome û dê li dijî vê rejîmê jî derkevin. Divê desthilata Şamê, ji bo alozî dernekevin û bertekên dijber çênebin, dan û standinê bi tevahî pêkhateyan re bike.
Israra li ser encamên civîna li Şamê, wê bi xwe re krîza Sûriyeyê vegerîne çarçoveya destpêkê?
Ger ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Elewî û Durzî werin paşguhkirin, wê rewşeke civakî derkeve û bertekên civakî yên pir xurt çêbibin. Me ji bo xelasbûna ji dîktator û rejîma navendî ku zêdetirî 50 salan li desthilatdariyê ma, dest bi şoreşê kir. Rejîma navendî tevahî pêkhateyên di nava mozaîka civakî ya Sûriyeyê dijîn de paşguh kiribûn. Eger desthilata nû jî van pêkhateyan qebûl neke, em ê vegerin çarçoveya destpêkê û ev dê bi xwe alozî û şerekî naxweyî bîne.
Gelek komên çekdar ên Sûriyeyê li ser gurkirina fitneya taîfî tevdigerin. Mînak xwepêşandanek li qada Umewîn a Şamê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dijî HSDˋê çêbûye. Ev yek nîşan dide ku dixwazin di navbera gelan de fitneyê derxînin. Em viya qebûl nakin.
Me di destpêka şoreşê de got, ‘em bi yekîtiya xaka Sûriyeyê, mozaîka civakî re ne. Lê xwepêşandana li qada Umewîn çêbû, nîşan dide ku ew dixwazin aloziyê gur bikin. Ev yek berpirsiyariya desthilata Şamê ye ku destura wê daye. Bi taybet hewl tê dayîn li dijî QSDˋê êrîş bên kirin û bêjin HSD ne nîştimanî ye.
Ya ji yekîtiya xaka Sûriyeyê xebitiye, parastina tevahî pêkhateyên Ereb, Suryan, Tirkmen, Ermenî û Kurdan kiriye HSD û Rêveberiya Xweser e. Ev 13 sal in em vê rastiyê dijîn, lê hûn li ku bûn. Piranî komên beşdarî vê civînê bûne şerê gelên Sûriyeyê kiriye û gelên Sûriyeyê qetil kirine. Her wiha hêz şandin Lîbyayê, li dijî gel komkujî pêk anîn. Li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê demografiya herêmê guhertin û heta niha jî sivîlan dikujin.
Em pîvana ku nîştimaniyê li gorî nefretê diyar dike, qebûl nakin. Divê desthilata Şamê xwepêşandanên wiha qedexe bike. Ji ber ku hin komên hene ji bo derxistina şerê di navbera Kurd, Ereb, Suryan, Xiristiyan û Mislimanan de tevliheviyan derdixînin.
Ji bo ku Sûriye venegere rewşa bi aloz û kaosê, wekî Rêveberiya Xweser hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî li tevahiya Sûriyeyê û qada navneteweyî hun difikirin ku gavên çawa bavêjin?
Armanca me ya bingehîn ew e ku li ser tevahiya mijaran diyalogê pêş bixin û nehêlin şerekî leşkerî çêbibe. Lewma divê tevahî alî xwe ji rageşiyeke leşkerî bidin aliyekî û êrîşên dewleta Tirk rawestînin.
Divê desthilata Şamê li hember êrîşên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekine, helwesteke zelal nîşan bide. Dewleta Tirk bi balafiran êrîş dike, bermahiyên DAIŞˋê li Girê Spî û Bendava Tişrînê kom dike ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.
Helwesta li dijî êrîşên ser xaka Sûriyeyê, qasî berpirsiyariya desthilata Şamê, berpirsiyariya hêzên navneteweyî ye jî. Ji ber ku bandora êrîşên xeternak li ser tevahî civakava navneteweyî hene. Dewleta Tirk plan dike ku DAIŞˋê zindî bike.Lewma berpersiyariya hêzên navnetewî ye ku destwerdanê bikin.
Me ji destpêka şoreşê ve yekîtiya xaka Sûriyeyê parastiye, ev yek berpirsiyariya me ya nîştimanî ye. Lê hin kesên ketine pey dewleta Tirk, îdia dikin ku Rêveberiya Xweser cudaxwaz e. Rêveberiya Xweser reş dikin û dixwazin di navbera HTŞ û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şerek çêbibe.
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya yekîtî û serweriya axa Sûriyeye dike. Lê di çarçoveya qanûn û destûrên ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger dikin, azadiya jinan û tevlêbûna ciwanan di rêveberiyê de diparêzin de, têkoşînê dimeşîne. Ev helwesta me ye, em ê di merheleya bê de bi desthilata Şamê re vê mijarê nîqaş bikin.