Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Hejmara kesên li Miksê di bin aşûtê mirin derket 41 kesan – Hat Nûkirin

Di 4’ê sibatê de li navçeya Miks a Wanê aşût bi ser mînîbuseke rêwiyan de hatibû. Di encama xebatên lêgerînê de cenazeyên 5 welatiyan hatibûn derxistin, 6 welatî hatibûn rizgarkirin û ji bo dîtina cenazeyên du welatiyên din jî xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin. Lê duh dema ku xebatên lêgerînê dihatin kirin, li heman dolê aşûteke din jî hatibû û zêdetirî 50 welatî, xebatkar, leşker û cerdevan di bin aşûtê de mabûn.

Li gorî agahiyan, hejmara welatiyên ku di bin aşûtê de jiyana xwe ji dest dane bû 41. Hat ragihandin ku di bobelata aşûtê de nêzî 100 kes jî birîndar bûne. Ji bo derxistina welatiyên din ên di bin aşûtê de mane, îro jî xebat tên meşandin.

Xebatên lêgerînê didomin

Komên xebatê yên ku ji bajarên cuda hatin cihê bûyerê, beşdarî xebatên lêgerînê bûn. Di encama xebata serê sibehê de cenazeyek û piştî nîvro jî cenazeyeke din hatin dîtin. Têkildarî hejmara kesên di bin aşûtê jiyana xwe ji dest dane agahiyeke zelal nîne. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar