Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Heta Rêber Apo azad nebe pirsa kurd çareser nabe

Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê, ragihand ji bo azadiya Rêber Ocalan pêwîste faşîzim û dagirkerî were têkbirin û hat gotin, doza Rêber Ocalan doza gelê Kurd û Kurdistanê ye. Biheve girêdayîne û wê bi hevre jî çareser bibin

Navenda Nûçeyan |

Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê bi boneya 23’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya Komîteya Azadiya Ocalan de komplo bi tundî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Em dibînin heta niha jî komplo berdewam e û dixwazin gelê Kurdistan û tevgera azadîxwaz ji holê rakin. Vê yekê jî bi faşîzmê, dagirkerî û tecrîdê birêve dibin. Dixwazin bi girankirina tecrîda li Îmraliyê, şikandina îradeya gelê kurd li bakurê Kurdistanê her wiha dagirkirina başûr û rojavayê Kurdistanê vê komployê berdewam bikin.”

Komîteyê diyar kir ku Rêber Ocalan û tevgera azadîxwaz a gelê kurd bi berxwedana xwe ya dîrokî hem derbên giran li faşîzmê, dagirkerî û tecrîdê dan, hem jî bûn karekterek sereke di Rojhilata Navîn û cîhanê de û got ku îro dagirkerî û faşîzm di rewşa xwe ya herî lewaz de ye û ber bi hilweşandinê ve diçe, ji bo wê êdî dem dema azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurdistanê ye.

Komîteyê destnîşan kir ku dema wê hatiye ku gelê kurd jî destkeftiyên xwe biparêzin û bibin xwedî statu û wiha domand: “Dema wê yekê hatiye ku berhema bi dehan salên têkoşîn û berxwedana xwe biçinin û sîstema konfederalîzma demokratîk li Kurdistan û herêmê deynin, bi awayek azad, di nava aştî û aramiyê de li gel gelên din bijîn.”

Her wiha daxuyaniya komîteyê wiha bi dawî bû: “Heta Rêber Apo azad nebe, ne pirsa kurd çareser dibe, ne Kurdistan azad dibe ne jî li Rojhilata Navîn aramî û aştî çêdibe. Ji bo azadiya Rêber Ocalan pêwîst e faşîzm û dagirkerî were têkbirin. Doza Rêber Ocalan doza gelê kurd û Kurdistanê ye. Biheve girêdayîne û wê bi hevre jî çareser bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar