Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Heta tecrîd hebe, reform nabe’

HDP'a Rihayê têkildarî tecrîda li ser Ocalan daxuyanî da û berxwedana li zindanan silav kir

HDP a Rihayê têkildarî berxwedana greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku li dijî tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Mijdara 2020’an ve li girtîgehan hatiye destpêkirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya rêxistina partiyê ya navçeya Karakopruyê hate dayîn û parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn û Ayşe Surucu, endamên partiyê, xizmên girtiyan û gelek kes tev li bûn.

Parlamenter Nûsrettîn Maçîn bal kişand ser zext û zordariya li girtîgehan û wiha got: “Eger bi rastî jî hûn dixwazin reforma hiqûqê bikin, gava destpêkê ya vê yekê rakirina tecrîda li Îmraliyê ye, başkirina şert û mercên li girtîgehan e.”

Parlamenter Omer Ocalan jî bi bîr xist ku tecrîd 22 sal in dewam dike û ev tişt anî ziman: “Li dijî Abdullah Ocalan û gelê kurd polîtîkayeke qirêj tê meşandin. Tecrîd li her cihî belav bûye.”

Omer Ocalan ragihand ku li Tirkiyeyê siyaset xitimiye û wiha got: “Îro li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Em dixwazin hevdîtin bê kirin, danûstandin bê kirin. Bêyî diyalogê pirsgirêk çareser nabe. Bi girtin, komkujî û zextê hûn nikarin vê civakê biqedînin.”

Omer Ocalan destnîşan kir ku dê heta dawiyê xwedî li girtiyan û têkoşîna wan derkevin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar