Artêşa Iraqê di 18’ê Adarê de li Şengalê kêmîn li ber wesayîta şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û wesayît gulebran kir. Di encama gulebaranê de fermandarek û 2 endamên YBŞ’ê birîndar bûn. Bi giştî 5 endamên YBŞ’ê ji aliyê artêşa Iraqê ve dîl hatin girtin. Piştî girtina her 5 şervanên YBŞ’ê malbatên wan ji 14 welatan re name şandin û xwestin ku li hemberî girtina zarokên wan bêdeng nemînin. Malbatên şervanan ji bo zarokên wan bên berdan li ber Navenda Îstîxbaratê ya Şengalê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatên ku hefteyeke di çalakiyê de ne ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
Dayika şervanê YBŞ’ê Ferîd Revo, Zozan Simo diyar kir ku zarokên wan 11 sal in axa Iraqê diparêzin û got ku heta ku zarokên wan bên berdan ew ê çalakiya xwe bidomînin wiha axivî: “Îro 22 roj in ku zarokên me girtî ne û em agahiyê ji wan nagirin. Beriya niha hikûmeta Iraqê got em ê zarokên we berdin. Ji ber vê gotina wan em piçek rehet bûn. Lê piştre gotin,’em bernadin.’ Daxwaza me ji dewleta Iraqê re û wezîrê wan re ew e ku zarokên me berdin. Ev her 5 YBŞ’î ne. Me xwe ji fermanê rizgar kir. Wê demê YBŞ ava bû û zarokên Êzidiyan li ber xwe dan û em rizgar kirin. Di vê oxirê de me bi hezaran şehîd dan. Ew zarokên ku îro destê wan de girtî ne ew jî li pey şehîdan e. Ev zarok axa xwe diparêzin. Piştî ku YBŞ ava bû êdî em rehet li malên xwe radizên. Beriya wê me nedikarî ku li malen xwe rûnin, razên. Heta îro jî keç û zarokên Êzidî di destê DAIŞ’ê de ne û tên firotin. Îro Asayîşa Êzidxanê heye û em axa Iraqê diparêzin. Em bi komkujiyekî re derbas bûne. Li şûna ku bên alîkariyê bidin me, zarokên me digirin. Em civaka Êzidî pirgirêkan naxwazin. Em naxwazin ji tiliya yek kesî xwîn birije. Em dixwazin ku Şengal aram bibe. Daxwaz û hêviya me ji hikûmeta Iraqê re heye ku zarokên me bê pirsgirêk berdin. Ev 22 roj in em malê xwe nerûniştine em li ber deriyê hikûmetê sekinîne. Em daxwaza nan ji wan nakin, em daxwaza berdana zarokên xwe dikin. Kesek piştevaniya me neke jî em her pênc dayik heta ku zarokên me bên berdan em ê çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam bikin.”
Dayika şervanê YBŞ’ê Ahmed Emîn, Neam Elyas jî anî ziman ku hikûmeta Bexdayê soza ku daye wan pêk ne aniye û wiha domand: “Em dixwazin ku tiştekî ji zarokên xwe bizanîn. Lêbelê em ti agahî ji zarokên xwe nastînîn. Mafê me ye ku em tiştekî ji zarokên xwe bizanîn. Îro 21 roj in ku hikûmeta Iraqê zarokên me anîne Bexdayê. Em jî weke dayikên wan her pênc şervanan li ber deriyê îstîxbarata Iraqê ne û daxwaza berdana zarokên xwe dikin. Heta niha jî ew soza ku hikûmeta Iraqê daye me pêk ne aniye û agahiyekî jî nadin me. Ev her pênc zarok bêguneh in. Heke ku hiqûq û qanûn hebe dê zarokên me berdin. Zarokên me kesek nekuştine, sûcek jî nekirine. Tenê ew li dijî fermanê derketine û xwedî li civaka xwe derketine. 11 sal in ku zarokên me parastina axa xwe dikin û li dijî DAIŞ’ê parastina civaka xwe dikin. Herkes reviya zarokên me tenê em parastin. Çarşema Serê Nîsanê tê û em daxwaz dikin ku beriya cejna me zarokên me berdin.”
Xwişka şervanê YBŞ’ê Ferîd Revo, Emîra Zozan jî bi lêv kir ku girtina 5 endamên YBŞ’ê biryareke sosrete û bang li hikûmeta Iraqê kir ku demildest dev ji vê biryara xwe berde. Emîra Zozan, ev tişt anî ziman: “Çalakiya me berdewam dike. Hikûmeta Iraqê ji me re sozek dabû lêbelê soza xwe pêk ne anî. Ev zarokên Êzidî ne û sala 2014’an de li dijî DAIŞ’ê civaka xwe parastin. Em dixwazin ku civaka me hemû bi giştî piştevaniya me bikin. Ne tenê malbatên her pênc şervanan divê herkesek xwedî li wan derbikeve. Ji ber ku van her pêncan ne tenê malbata xwe parastin, bi giştî hemû civaka Êzidî parastin. Em dixwazin ku di eyda çarşema serê nîsanê şervanên me jî di nav me de bin. Heta ku şervanên me bernedin em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Ji ber ku gel YBŞ ye, YBŞ gel e. Zexta ku li ser YBŞ’ê tê kirin, li ser gel jî tê kirin. Em naxwazin ku di nava Şengalê bêaramî çêbibe. Civak nû bi nû vedigere Şengalê û hê heta niha jî tirsa fermanê heye. Bangawaziya me ji her çar perçeyên Kurdistanê heye ku xwedî li her pênc şervanan derbikevin.”