Rêber Apo di 4’ê Nîsanê de dikeve sala 76’an. Gelên Kurdistanê ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo bi pêşengiya jinên ciwan û ciwanan berê dan Amarayê. Li gundê Amarayê amadekariya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê bi hemê hêza xwe didome. Hevalên Rêber Apo yên zarokatiyê jî amadekariya pîrozbahiyê dikin. Rêber Apo jiyana xwe û civaka Kurd analîz dike, gelek caran li ser zarokatî û hevalên xwe yên zarokatiyê nirxandinan dike. Ev bîranîn û analîz di pirtûka bi navê “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad (Notên Îmraliyê)” de cih girtiye ku ji hevdîtinên Îmraliyê yên di salên 2013-2014’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatiye.
Rêberê Gelê Kurd li ser Elîf Bîndal û Hesen Bîndal ên ku di pirtûkê de hatine binavkirin van analîzan dike: “Yekane rizgarî azadî ye. Hêj di zarokatiya xwe de min şêwaza şer a dayika xwe şermezar dikir. Min di zarokatiya xwe de li Rihayê şervantiya namûsê çirandin. Wê demê min bi zarokên malbatê re têkilî danî. Dijminê me bûn û diviyabû me hevdu nedîtiba.
Li gorî wê kevneşopiyê diviyabû ku ez di 15 saliya xwe de bimirim. Min dixwest bijîm û îdealên xwe pêk bînim. Min li ser vê mijarê ferzkirina malbatê qebûl nekir, min namûs xwe çirand.
Dema ez zarok bûm, bi Hesen û Elîfê re hevaltiyek me taybet hebûn. Hêviya min ji min ew bû ku dema ez mezin bûm bi wan re şer bikim û tola wan hilînim. Ez difikirîm ka ez çawa dikarim di wî temenî de pêşî li vê yekê bigirim. Ez sê, pênc, deh salan xebitîm û ev nakokî ji holê rakir.”
Hevalên Rêber Apo yên zarokatiyê, dotmama Hesen Bîndal Elîf Bîndal û xwişka Hesen Bîndal Elîf Kurucu ji JINNEWS’ê re axivîn.
Elîf Bîndal diyar kir ku wê di zarokatiya xwe de bi Rêber Apo re lîstik lîstiye û wiha axivî: “Ez tercih dikim wek zarokatiyê de navê Rêberê Gelê Kurd bînim ziman. Me bi Evdila (Abdullah Ocalan) re lîstik dilîst. Evdila qet ranawestiya. Zarokên gund li dora xwe kom dikirin. Ez di temenekî biçûk de hatim zewicandin. Piştî zewacê ez vegeriyam malbata xwe, Evdila hat û ez vexwendim lîstikê. Ez çûm û bi wan re lîstîk list. Hesen Bindal kurê apê min bû hevalê Evdila bû. Me hinek lîst û dû re ez neçar mam ku biçim malê.”
Elîf Bîndal anî ziman ku bi salan e li hemberî gelê Kurd polîtîkayên tunehesibandinê tê meşandin û wiha bi lêv kir: “Beriya derketina Evdila jî zilm li gelê Kurd dihat kirin. Dibêjin dê pêvajoyeke nû dest pê bike û aştî çêbibe. Xwezî tiştekî wiha bibûya, herî kêm neviyên me tiştên ku em dîtin ew nebînin. Ez Evdila silav dikim, ez rojbûna wî û cejna wî pîroz dikim.”
Elîf Kurucu anî ziman ku wê 4’ê Nîsanê pîroz dike û diyar kir ku 7’ê Nîsanê roja ji dayikbûna Hesen Bindal e û axivî: “Apo û birayê min tu carî dest ji hevaltiya xwe bernedan. Apo tevî hemû şert û mercên zindan û tecrîdê li ber xwe dide. Em dixwazin azadiya fîzîkî ya Apo pêk were. Em her tim alîgirê aştiyê ne. Ez gulên ji baxçe berhev kirine diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikim.”