Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Hevdîtina Rûsya û Ukraynayê li Tirkiyeyê bêencam ma

Ji destpêka şerê Ukraynayê û vir ve yekemcar di asta herî bilind de hevdîtin di navbera Moskowa û Kîevê de hate kirin. Hevdîtin li Tirkiyeyê pêk hat lê bêencam ma

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmîtro Kûbela li Tirkiyeyê li hev rûniştin.

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Kûbela piştî hevdîtinê daxuyanî û wiha got: “Em li ser agirbestê axivîn lê belê di vê mijarê de gavek nehate avêtin. Ukrayna wê teslîm nebe (…) Em li dîplomasiyê vekirî ne lê belê eger nebe em ê welatê xwe û gelê xwe biparêzin. Me dixwest agirbestek ji bo 24 saetan bi dest bixin. Lavrov got, Moskowa dixwaze qala korîdorên mirovî bike. Beriya her tiştî ez ji ber sedemên mirovî, ji bo veguhastina sivîlan hatim vê derê. Lê belê Lavrov nexwest di vê mijarê de sozê bide.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov jî diyar kir ku veguhastina çekan ji aliyê dewletên Rojavayî ve ‘metirsîdar’ e û wiha got: “Yên ku Ukraynayê bi çekan dadigirin divê zanibin ku ji çalakiyên xwe berpirsyar e.”

Lavrov ragihand ku ew dixwazin danûstandinên bi Ukraynayê re di çarçoveya li Belarûsê de dewam bikin û ev tişt got: “Hevdîtina îro piştrast kir ku alternatîfeke cuda ya formata Rûs-Ukraynayê ya li Belarûsê nîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar