Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Hevdîtinên bi tevahî hêzên siyasî yên sûriyeyî re didomin

Endamê Sekreteriya Giştî ya Rêya Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar diyar kir ku ew hevdîtinan li gel tevahî hêzên siyasî yê sûriyeyî didomînin û wiha got: “Em ji bo yekitiya Sûriyeyê û çareseriya siyasî dixebitin. Armanca me ew e ku em bibin platforeke çalak li dijî hêzên klasîk ên ku bi perspektîfên olî yan olperestî li çareseriyan digerin."

Kongreya “Rêya Sûriyeya Demokratîk” 25-26’ê cotmehê bi beşdariya zêdetirî 100 nûnerên aliyên siyasî û kesayetên demokratîk ên serbixwe yên ji Sûriyeyê û derve, li paytexta Belçîkayê Brukselê hat lidarxistin. Di encama kongreyê de Sekreteriya Giştî ya Rêya Sûriyeya Demokratîk ku ji 23 endaman pêk tê, hat avakirin. Sekreteriya Giştî ya Rêya Sûriyeya Demokratîk xebatên birêxistinkirina komîte û nivîsgehên xwe didomîne.

Hevserokê Nivîsgeha Şêwirî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û endamê Sekreteriya Giştî ya Rêya Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar der barê xebatên heyî û plansaziya Rêya Sûriyeya Demokratîk de axivî.

Riyad Derar îşaret pê kir ku Sekreteriya Giştî bi armanca başkirina rewşa rêxistinî 3 civîn li dar xistin û got: “Ji beşdarên kongreyê Sekreteriya Rêya Sûriyeya Demokratîk hate hilbijartin. Hevala Zozan Elûş wek sekretera giştî hate hilbijartin. Komîteya Ragihandinê û komîteyeke din ku têkiliyan bi hêzên siyasî re datîne, hatin avakirin. Em li bendê ne ku hevdîtinekê li dar bixin û Desteya Rêveber ji 7 endaman ava bikin. Xebat û hevdîtin bi rêya medyaya dîjîtal jî dewam dike. Dema ku civîna fîzîkî were lidarxistin, hingî dê derfet hebe ku xebat bi awayekî lezgîn û mezintir pêk were.”

Têkildarî xebatên siberojê yên Sekreteriya Giştî ya Rêya Sûriyeya Demokratîk, Derar ev agahî dan: “Xwegihandina hêzên ku beşdarî Rêya Sûriyeya Demokratîk nebûne wê bidome. Lê dîsa jî hinek li dijî vê rêyê ne, ji ber ku bi rengekî yekalî ya qalibekî lê dinerin û îdia dikin yek alî tenê vê rêyê bi rê ve dibe, lê bi demê re di wê rastiya van îdiayan ji her kesî re aşkere bibe.”

Riyad Derar di dawiya axaftina xwe de got: “Eger tev li xebatên pêkanîna armancên kongreyê bibin, wê pir kes tê bigihêjin ku em ji bo yekitiya Sûriyeyê û çareseriya siyasî dixebitin. Armanca me ew e ku em bibin platforeke çalak li dijî hêzên klasîk ên ku bi perspektîfên olî yan olperestî li çareseriyan digerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar