Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Hêvî Mistefa: Piştî 15 rojan wê Kongreya Kurd pêk were

Hêvî Mistefa diyar kir ku heke pirsgirêk dernekeve kongreya Kurdî wê heta 15 rojan pêk were û wiha got: “Em dixwazin helwesta aliyên siyasî yên Kurdî yek be, destkeftiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê biparêzin.”

Komîteya Amadekar a Lidarxistina Kongreya Kurd di 21’ê Kanûna 2024’an de li Qamişloyê civîna çapemeniyê li dar xist. Komîteyê ragihand ku armanca lidarxistina kongreyê, yekitiya nîştimanî ye. Komîte piştî xebatên meşandin plan dike ku piştî 2 hefteyan li dar bixe. Têkildarî kar û xebatên konferansê, dem û lidarxistina kongreyê û armanca wê berdevka Komîteya Amadekar Hêvî Mistefa agahî da.

Berdevk Hêvî Mistefa anî ziman ku ji bo lidarxistina kongreya nîştimanî komîteya amadekar hat avakirin û wiha got: “Me dixwest beriya 2025 me kongre li dar xistiba. Lê ji ber gelek sedeman û ji ber ku gelek kesên serbixwe û saziyên sivîl tev li komîteyê bûn, kongre hate derengxistin. Heke pirsgirêk dernekeve kongre wê piştî 15 rojan bê lidarxistin.”

Hêvî destnîşan kir ku aliyên siyasî li benda vexwendnameyên kongreyê ne, nûnerên tevahî partiyan di kongreyê de cih digirin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Me ji Encûman Niştimanî ya Kurd a li Sûriyeyê re vexwendname şand ji bo ku nûnerên wan di komîteyê de hebin. Lê heta niha bersiv nedane. Komîte wê serdana ENKS`ê bikin ji bo ku careke din wan vexwînin kongreyê.”

Hêvî armanca kongreyê aşkera kir û got: “Em dixwazin helwesta aliyên siyasî yên Kurdî yek be, destkeftiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê biparêzin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûriyeyê xwedî nêrîneke hevgirtî bin. Çareserî çawa ye, çi bê xwestin, ji Kurdistaniyan çi tê xwestin ji bo piştgiriya şoreşa Rojava bikin, bigihînin nêrîneke hevbeş.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar