Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Hevşaredar hatin binçavkirin

Vê danê sibê polîsan li Mêrdîn û Colemêrgê bi ser gelek malan girt. Di serdegirtina malan de hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut û hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman jî têde gelek kes hatin binçavkirin

Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê, li bakurê Kurdistanê jî operasyona binçavkirinê didome.

Polîsan danê sibê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi ser gelek malan de girt. Polîsan bi ser mala Hevşaredar Semîre Nergîz û çûn gundê Zorava jî bi ser mala Hevşaredar Ferhat Kut de girtin û û her du hevşaredar binçav kirin.

Her wiha polîsan bi ser “Maseya Krîzê” ya ji bo mexdûriyeta xelkê Nisêbînê ve hatibû avakirin de jî girtin. Polîsan di serdegirtinê de li xebatkarên li vir dixebitin da.

Hat zanîn ku polîsan pozê xebatkarek şaredariyê şikandin û çena xebatkerekî birîndar kirin.

Di serdegirtina Maseya Krîzê de polîsan endamê Meclisa Şaredariyê Mehmet Emîn Alkan ê HDP’yî binçav kirin.

Hat ragihandin ku hevşaredar û encûmen ên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê tên ragirtin.

Hat zanîn ku hejmara binçavkirinên li navçeyê dibe ku zêde bibin.

Her wiha polîsan li avahiya Şaredariya Nisêbînê lêgerîn jî pêk anî.

Li Colemêrgê jî binçavkirin

Li Colemêrgê jî polîsan bi ser avahiya şaredariyê ve girt. Li avahiya şaredariyê lêgerîn dewam dike. Di heman wextê de polîsan bi ser mala Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman de jî girt. Karaman hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê.

Di heman demê de hevşaredarên Erdîş û Geverê jî hatin binçavkirin. MÊRDÎN – COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar