Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Hevşaredarên Akdenîzê girtin û şaredarî dagir kirin

Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan ji gêla dadgeha faşîst ve hatin girtin. Piştî biryara girtinê şarderiya ku ji hêla polîsên faşîst ve hatibûn dagirkirin, desteser kirin.

Polîsên desthilata faşîst a AKP-MHP’ê di 10’ê Çileyê de bi ser gelek malan de girtibûn û di serdegirtina malan de hevşaredarên Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên meclisa şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Orûç, Yakûp Daniş û Hikmet Bakirhan binçav kiribûn. Piştî kar û barên li midûriyeta polîsan bi dawî bû, hevşaredar û endamên meclisê sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Dozger piştî îfadeyê, Hevşaredar Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û endamên meclisê Ozgur Çaglar bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propaganda rêxistinê kirine”, “Fînansekirina rêxistinê” û “Mûxalefeta li Qanûna 2911’an” û endamên din ên meclisê jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Mêrsînê kirin. Dadgehê bi heman îdiayan derbarê Hevşaredar Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslanê û endamên meclisa şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Orûç de biryara girtinê da û endamê meclisa şaredariyê Yakûp Daniş bi şertê kontrola edlî berda. Piştî girtina hevşaredaran şaredarîya ji hêla polîsên dagirker ve hatibû dagirkirin, desteser kirin.

Girseya li ber edliyeyê disekinî bertek nîşanî biryarê da û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kir. Dû re li ber edliyeyê daxuyanî hate dayîn.

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Mêrsînê Îbrahîm Kaya yê li vir axivî, destnîşan kir ku hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê bi biryarên bêhiqûqî hatine girtin û wiha got: “Biryar beriya niha hatibûn dayîn, şanoyek hate lîstin.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş jî wiha got: “Hevalên me bi biryareke siyasî hatin girtin. Bi hincetên pûç û vala hatin girtin. Ev gel dê bersiva van polîtîkayan bide. Divê demildest dest ji vê biryara bêhiqûqî bi paş ve gavê biavêjin. Em li pişt têkoşîna hevalên xwe ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar