Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Nisan 2025

Hevşaredarên Nisêbîn û Bismilê hatin binçavkirin

Piştî binçavkirina Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hat binçavkirin

Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî gelê kurd û siyasetmedarên kurd a ji aliyê desthilatiya AKP/MHP’ê ve didome. Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hevşaredarên Nisêbîn û Bismêlê ji aliyê polîsên tirk ve hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat destpêkirin, piştî binçavkirina Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer jî li mala xwe ya li taxa Bagcilara Navçeya Rezana Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî lêgerîna malê polîsan, Hevşaredar Ozer bir Miduriyeta Polîsan a Amedê. Tê payîn piştî kar û barên li Amedê dê Ozer bibin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.

Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê polîsan serê sibehê bi ser malan de girt. Polîsan lêgerîn li malan pêk anî û mal serûbin kirin. Polîsan di serdegirtina malan de Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, encûmenê Şaredariya Nisêbînê Mehmet Emîn Alkan û Hevseroka  DBP’a Mêrdînê Leyla Bozkurt di serdegirtina malan binçav kirin.  Hat zanîn ku siyasetmedar di çarçoveya lêpirsînek serdozgeriya Mêrdînê daye destpêkirin hatine binçavkirin. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Parêzeran ragihand ku dosyeya lêpirsînê bi sînor kirine û derbarê naveroka dosyeyê de agahî bi dest nexistine. Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê de jî girt û hemû kelûpelên li hundir serûbin kirine.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar