Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Hevşaredarên Sîlopî şaredarî ji qeyûm girtin

Hevşaredarên HDP’ê yên Sîlopî Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk ên mezbatên xwe girtin, şaredarî ji rêveberiya qeyûm dewr girtin

Piştî ku Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Sîlopî ya Şirnexê Adalet Fîdan û Suleyman Şevlûk ên di hilbijartina herêmî de ji sedî 74 deng girtin û şaredariya di destê qeyûm de qezenc kirin, mezbatên xwe girtin, şaredarî ji rêveberiya qeyûm dewr girtin.

Hevşaredar Şavlûk û Fîdan bi parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, Nûran Îmîr û bi sedan endamên partiyê re, ji ber avahiya partiyê heta avahiya şaredariyê meşiyan.  Hevşaredarên di ablûkeya polîsan de ketin avahiya şaredariyê, bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.

Esmer a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin dewr kir

Li vê derê Emîne Esmer a di hilbijartina herêmî ya 2014’an de ji bo Hevşaredariya Sîlopî hatibû hilbijartin û qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin, daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Me ji sedî 80 şaredarî qezenc kir lê qeyûm tayînê cihê me kirin. Gelê Sîlopî divê hilbijartinê de jî xwedî vîna xwe derket.” Esmer piştî axaftinê, bi lêxistina çepikan mezbate teslîmî hevşaredarên nû kir.

Hevşaredar Adalet Fîdan a şaredarî dewr girt, anî ziman ku ew bi gelê bajêr serbilindin û serkeftina gel pîroz kir. Hevşaredar Suleyman Şavlûk jî da zanîn ku encama di hilbijartinê de derket holê, bi her kesî da nîşandan ku polîtîkayên qeyûman nayên qebûl kirin.

Hevşaredar û parlementerên HDP’ê piştî axaftinan derbasî odeya meqam a ev demek bû, ji aliyê qeyûm ve dihat bi kar anîn, bûn. HDP’î piştre derbasî avahiya navçeyê bûn û guvend gerandin û serkeftina xwe pîroz kirin. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar