Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Hevseroka DBP’ê: Azadiya Rêber Apo jiyanî ye

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkên jli Tirkiye û Rojhilata Navîn û aştiyeke mayînde rola Rêber Apo xwedî girîngiyeke jiyanî ye û azadiya Rêber Apo dê tevkariyên girîng li vê pêvajoyê bike.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve di pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar derbarê zextên li ser çapemeniya azad, pêvajoya jinûveavakirina Rojhilata Navîn, modela xweser û demokratîk a Rojavayê û rola Rêber Apo di çareseriya Kurd de ji ANF’ê re axivî.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke cidî ya hiqûq û edaletê heye û operasyonên desthilatê yên li dijî kedkarên çapemeniya azad, ESP û pêkhateyên ku têkoşîneke demokratîk bi rê ve dibin nîşan dide ku nêzîkatiya desthilatê ya li hember pirsgirêkan ne zelal e. Ûçar diyar kir ku ev yek di heman demê de bêtehemulî û neqebûlkirina derdora demokratîk e.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku Rojhilata Navîn hem navenda Şerê 3’emîn ê CÎhanê ye hem jî ji bo dewletên ku dixwazin xwe hêzdar bikin qadeke krîtîk e. Ûçar bal kişand ser wê yekê ku berdewamiya fikir û rêveberiyên xwe ji pergala kapîtalîst rizgar kirine, giringiya stratejîk a rojhilata Navîn zêdetir dike û çavkaniyên binerdî jî vê giringiyê xurttir dike û got, “Modela rêveberiya xweser û paradîgmaya demokratîk û li ser esasê azadiya jinan 13 sal e li Rojava di meriyetê de ye û ne tenê Rojhilata Navîn ji bo hemû cîhanê bûye pergaleke hêvîbexş. Lê tevî vê yekê Tirkiye êrîşên xwe yên li ser herêmê didomîne û ev rewş tebloyeke dijberî pêvajoyeke mihtemel a aştiyê ye.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku êrîşên li dijî gelê sivîl yê Rojava ku ji bo ku rêveberiya xwe ya xweser biparêzin li ser Bendava Tişrînê nobedê digire nayên qebûlkirin. Ûçarê diyar kir ku çareseriya demokratîk êdî pêdiviyeke lezgîn e û ev ji bo hemû gelên Tirkiyeyê xwedî giringiyeke jiyanî ye. Ûçar anî ziman ku nabe ku daxwaz di nav pergalekê tenê de bêne pênasekirin, avaniya xweser a Rojavayê li ser vê mijarê serbendên giring pêşkêş dike.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser giringiya pêvajoya ku bi nîqaşên li ser gotinên Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî dest pê kirî û niha gihîştiye merhaleyeke nû û diyar kir ku hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêber Apo re tên kirin ji bo geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn xwedî cihekî girîng e.

Ûçar diyar kir ku gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, di mijara avakirina aştî û demokrasiyê de rola Rêber Apo qebûl kirine, loma azadiya Rêber Apo dê tevkariyên giring li vê pêvajoyê bike û ji bo vê yekê têkoşîn pêwîst e. Ûçar herî dawî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo, rê li ber nîqaşeke xwedî şert û mercên wekhev digire, loma divê Rêber Apo pirsgirêkê bi awayekî azad bigire dest û bibe xwedî mekanîzmayên çareseriyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar