Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tulay Hatîmogullari, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo kiribû ji ANHA’yê re nirxand. Hatîmogullari ku ji malbateke elewî ya Ereb e, cihê xwe di nava şandeya ku vê dawiyê çûbû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kir, girtibû.
Tulay Hatîmogullari da zanîn ku wan hevdîtineke bikelecan û girîng a dîrokî pêk aniye û got: “Ez cara ewil bi kelecan bûm ku birêz Ocalan dibînim. Bi ya min ez di vî warî da bi şens im. Ez dikarim bibêjim ku hevdîtina 4 saetan têrûtijî bû. Li ser gelek mijaran me nirxandin kirin.”
Tulay Hatîmogullari li ser nirxandin û tespîtên Rêber Apo wiha got: “Ji me re got bê ka banga wî tê çi wateyê. Min dît ku hêviyeke wî ya mezin heye. Diyar kir ku pêwîstiya me bi veguherîna civakî û birêxistinbûyînê heye. Di hevdîtina beriya wê de nirxandinên wî yên têkildarî bûyera Narîn Guranê gelekî bandor li min kiribû. Em dizanin ka di mijara jinan de çi qasî hesas e. Lewma jî nirxandinên wî gelek bandor li min kirin. Binêrin, kesek ku 26 sal e di hucreyê de ye, hemû enerjiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên li cîhanê û Rojhilata Navîn terxan dike. Di tevahiya hevdîtinê de min şahidiya vê yekê kir.”
Hatîmogullari got divê ev pêvajo piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo êdî were binavkirin jî û wiha dewam kir: “Di metnê de tê vegotin bê ka dê civak li ser bingeha aştî û demokrasiyê çawa veguhere. Ew metn nîşan dide ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd ji ser bingeha şîdetê dê çawa here ser bingeha qanûnî û demokratîk ku di hevdîtina beriya niha de jî anîbû ser ziman. Dema em li tevahiya metna bangewaziyê dinêrin, tê dîtin ku gel çawa dikarin xwe li ser bingeha demokratîk îfade bikin. Heke demokratîkbûyîn bi temamî pêk were, dê gelek pirsgirêk çareser bibin. Yek ji hîmên demokratîkbûnê jî ew e ku hemû gelên li Tirkiyeyê bikarin bi awayekî azad bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin û di her platformekê de xwe îfade bikin.”
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser têgeha naskirina qanûnî û wiha axivî: “Dema em li dîroka sed salî ya Komara Tirkiyeyê dinêrin, zimanê Kurdî hatiye qedexekirin, baweriya Elewiyan hatiye qedexekirin, cudahî hatine paşguhkirin û polîtîkayên yekperest hatine ferzkirin. Heta 7 saliya xwe ji bilî Erebî min bi tu zimanekî din nizanibû. Dema min dest bi dibistanê kir, ji ber ku ez bi Tirkî nizanim, her roj mamoste li min dida. Tiştên bi vî rengî gelekî ji me zêdetir hatin serê xwişk û birayên me yên Kurd. Em li dibistanê hînî Tirkî bûn. Ji ber vê yekê, naskirina mafê axaftina bi zimanê dayikê û peydakirina garantiya qanûnî ji bo vê yekê, ji bo pêdeçûna pêvajoyê gelekî girîng e. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve divê destpêkê şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin. Divê kanalên ragihandinê yên birêz Ocalan vekirî bin. Ji bilî wê divê garantiya qanûnî yên hevdîtinên delegasyonê bên misogerkirin. Divê Parlamentoya Tirkiyeyê di vê mijarê de bi lezgînî bi berpirsyariya xwe rabe. Divê komên xebatê yên ku hemû aliyan, ji hikûmetê heta muxalefetê tê de cih bigirin, ava bikin. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, divê tevlêbûna herî berfireh a gel hebe.”
Hatîmogullari diyar kir ku vê bangê li hemû cîhanê deng vedaye û got: “Roja piştî vê bangê PKK’ê agirbest îlan kir û ragihand ku dê li gorî vê bangê tev bigere. Divê dewlet di vê mijarê de di zûtirîn demê de gavan biavêje. Divê hêzên ewlekariyê tavilê dest ji operasyonên derveyî sînor berdin. Dema gavên berbihevîn werin avêtin, dê pêvajo bi leztir bimeşe.”
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di hemû hevdîtinan de Rêber Abdullah Ocalan di mijara jinan de perspektîfeke nû daye û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan di hemû hevdîtinan de li ser mijara jinan nirxandinên girîng dike. Di hevdîtina dawîn de destnîşan kir ku pirsgirêka jinan bi qasî pirsgirêka hiqûqê girîng û kûr e. Paşxaneya dîrokî ya pirsgirêka jinan analîz kir. Diyardeyên ji serdema Girê Mirazan ve nirxandin. Me li nêrînên hev guhdarî kir.”
Tulay Hatîmogullari got ev bang jinan kelecanî dike û peyama Rêber Apo ya der barê jinan de dê di 8’ê Adarê de li qadan bê xwendin. Hatîmogullari diyar kir ku bandora têkoşîna jinan a li cîhanê encameke ramanên Rêber Apo ne û wiha got: “Ne hêsan e ku tevgereke jinan a wisa xurt di bin bandora oleke siyasîbûyî de di civakên feodal de derkeve holê. Di nava gelê Kurd de tevgereke gelekî xurt a jinan derket holê. Ev tevger di heman demê de bi tevgera jinan a Tirkiyeyê re jî bû yek. Bi hev re serketineke mezin bi dest xistin. Sîstema hevserokatiyê li cîhanê bêhempa ye. Ev destkeftî ketin dîroka têkoşîna jinan a cîhanê. Divê desketiyên jinan ên li Rojava ji aliyê tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê ve baş bên naskirin. Bi salan e hêzên emperyalîst li ser cudahiyên wan, gelan li hemberî hev didin şerkirin. Li Rojava ev polîtîka hatine pûçkirin. Temsîliyeta wekhev heye. Hemû gel bi hev re dijîn. Ev sîstemeke gelekî demokratîk e. Modela civaka demokratîk li Rojava pêk hatiye.”
Hatîmogullari hişyarî da ku êrişên li ser Bendava Tişrînê dê zirarê bidin pêvajoyê û destnîşan kir ku divê êriş demildest bisekinin û wiha got: “Ji bo ku pirsgirêk bên nîqaşkirin, divê çek bê deng bibin. Ji bo vê jî, daxuyaniya PKK’ê ya piştî vê bangê gelekî girîng bû. Divê Tirkiye jî heman gavê biavêje. Divê di zûtirîn demê de çek bên bêdengkirin da ku siyaseta sivîl bikare biaxive. Agirbesteke dualî dê were wê wateyê ku di pratîkê de bersiv ji vê bangê re bê dayîn.”
Tulay Hatîmogullari bang li jinên Ereb jî kir û got: “Îslama siyasî jinan tune dibîne, hêzên emperyal mêtingeriyê li ser jinan dikin. Tevgerên jinan ên ji aliyê jinên Ereb ve hatine avakirin, hêviyê didin mirov. Gaveke girîng e ku îro bi tevgerên jinan ên Tirkiyeyê re ketine nava têkiliyê. Em dikarin bi têkoşîneke yekbûyî zêdetir destkeftiyan bi dest bixin. Lewma em bang li wan dikin ku têkoşîna yekbûyî xurt bikin.”