Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Hevserokê KCD’ê Ozturk: Bêdengî tê wateya pejirandinê

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan da û wiha got: “Ev yek ne tenê pirsgirêka HDP’ê û ya kurdan e. Pirsgirêka gelên alîgirê demokrasî û azadiyê ne. Bêdengî pejirandina vê yekê ye.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk desteserkirina şaredariyên HDP’î ji ANF’ê re nirxand. Ozturk bal kişand ser rewşa xitimandî ya sîstemê û ragihand, ku desthilatdariya heyî jî hewl dide bi vê sîstemê welêt bi rê ve bibe. Ozturk diyar kir ku desthilatdariya siyasî bi desteserkirina îradeya gel dixwaze hebûna xwe bidomîne û destnîşan kir, ev yek hemû nîşan dide ku sîstema heyî û desthilatdariya heyî têk çûne. Ozturk got ku tiştekî ku desthilatdariya heyî pêşkêşî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bike nîne û bal kişand ser gotina ‘Ez dikarim di nava hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

‘Divê her kes dakeve qadan’

Ozturk bal kişand ser ‘aqlê dewlet’ê jî ku niha li holê nîne û wiha got: “Bi rastî jî em niha vî aqlê dewletê nabînin. Polîtîkayeke welê dimeşînin ku rewşa heyî ya nebaş hîn nebaş dikin. Yekane tişta ku xwe pê xwedî dikin faşîzm û zordarî ye. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd û gelên Tirkiyeyê her tim ji desthilatdaran xurtir bûye.Bi vê wesîleyê dixwazim bangekê li gelên Tirkiyeyê bikim. Her kesên ku dixwazin Tirkiye demokratîk bibe, azad bibe û veguhere welatekî ji aştiyeke bi rûmet divê li qadan bin. Divê her kes li dijî faşîzmê helwestekê nîşan bide. Ev yek ne tenê pirsgirêka HDP’ê û Kurdan e, pirsigrêka hemû gelên alîgirê demokrasî û azadiyê ye. Lewma divê kes bêdeng nemîne. Bêdengî tê wateya pejirandinê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar