Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinan

Divê tu carî neyê jibîrkirin bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Divê hûn azad bibin. Ramyarî...

Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinan

Divê tu carî neyê jibîrkirin bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Divê hûn azad bibin. Ramyarî...

Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...
Pazartesi - 3 Mart 2025

Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinan

Divê tu carî neyê jibîrkirin bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Divê hûn azad bibin. Ramyarî...

Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Hevserokê KNK’ê : Bi moreleke mezin tevkariya banga Rêber Apo bikin

Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku divê bi moral û motîvasyoneke mezin li Banga Aştî û Civaka Dmeokratîk derkevin û wiha got: “Ev pêvajo ne bi tenê têkildarî Bakurê Kurdistanê ye. Dê bandorê li Başûr, Rojava û Rojhilat jî bike. Divê tevgerên siyasî yên Kurd li dora çareseriya hevpar kom bibin û bi awayekî xurttir têkariya pêşketina pêvajoyê bikin.”

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs ê piştgiriya banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û têkildarî mijarê axivî. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs diyar kir ku armanca vê bangê ya bingehîn, dabînkirina daxwazên siyasî yên tevgera Kurd e. Ahmet Karamûs destnîşan kir ku ji bo Tirkiye vê pêvajoyê li ser bingeheke hiqûqî û demokratîk bide destpêkirin, divê pêngavên hewce biavêje û diyar kir ku divê Tirkiye nadên gelê Kurd yên weke çandî û nasnameyî nas bike û şertû mercên vê yekê yên qanûnî û civakî pêk bîne û got: ‘’Ev pêngav ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê dê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bibe derfeta pêkvejiyana girêdayî bingeha wekhevî û demokrasiyê.’’

Karamûs got ku ev bang ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû gelê Kurd ên li herêmê gelekî girîng e û diyar kir ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê divê dewlet û raya navneteweyî erk berpirsiyariyên xwe bi awayekî zelal bi cih bînin û ev yek anîn ziman: ‘’Mafên Kurdan ên nasnameyî, zimanî, çandî û daxwazên statûyên herêmî rasterast girêdayî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û veguherîna hiqûqî ne. Divê ev pirsgirêkê girêdayî pêvajoya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û naskirina mafên gelê Kurd ên li ser bingeha wekheviyê were çareserkirin.’’

Karamûs di dewama axaftina xwe de diyar kir ku tevgerên siyasî yên Kurd ên li hemû perçeyan piştgiriyê didin vê bangê û anî ziman ku çareserkirina pirsgirêka li Bakurê Kurdistanê dê bi awayekî rasterast bandorê li rewşa Başûrê Kurdistanê û Rojava jî bike. Karamûs destnîşan kir ku daxuyaniyên aliyên siyasî yên Kurdan gelekî girîng in û got: ‘’Ev pêvajo ne bi tenê têkildarî Bakurê Kurdistanê ye. Dê bandorê li Başûr, Rojava û Rojhilat jî bike. Divê tevgerên siyasî yên Kurd li dora çareseriya hevpar kom bibin û bi awayekî xurttir têkariya pêşketina pêvajoyê bikin. Bi taybetî jî em dixwazin partiyên me yên siyasî, rûspiyên me û hemû dinamîkên me yên civakî li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Bila tu kes bê hêvî nebe. Divê em bi moral û motîvasyoneke mezin li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Em wisa dibînin ku ev bang perspektîfeke aştî û çareseriyê ye. Armanca sereke ya çareserkirina pirsgirêka Kurd, dabînkirina diyalog û aştiyê, avakirina civakeke demokratîk û afirandina derfetên siyaseta demokratîk e.

Karamûs helwesta Yekîtiya Ewropayê ya têkildarî mijarê nirxand û got: ‘’YE’yê hê daxuyaniyeke fermî nedaye lê belê gelek welatên endamên YE’yê diyar kirin ku ew piştevaniya vê pêvajoyê dikin. Ji bo Tirkiye vê pisgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bike, piştgiriya civaka navneteweyî gelekî girîng e. Êdî kiryarên Tirkiyeyê gelekî girîng in; ji bo ku ev pêvajo veguhere ser zemîneke hiqûqî û demokratîk, mekanîzmayên zextê yên aktorên navneteweyî gelekî girîng e ku dikare rêya wê veke.’’

Karamûs da zanîn ku divê saziyên YE’yê û Neteweyên Yekbûyî li ser Tirkiyeyê zexta hewce bikin û vê pêvajoyê leztir bikin û got: ‘’Ev ne tenê meseleya Tirkiyeyê ya navxweyî ye, veguheriye meseleye gerdûnî. Di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de, ji bo naskirina mafên gelê Kurd divê pêngavên hewce werin avêtin.’’

Karamûs diyar kir ku divê Tirkiye di mijara pirsgirêka Kurd de guherînên demokratîk pêk bîne û destnîşan kir ku divê Parlamento têkildarî naskirina mafên gelê Kurd û demokratkbûyîna civakê reforman bike û got: ‘’Ev pêvajo ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo hemû gelan Kurd jî di nav de, di be ku bibe wesîleya kombûna li dora vîzyoneke demokratîk, û dikare pêvajoyê ber bi model û aşitiyeke xweser ve bibe.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar