Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Hewaya qirêj ji cixareyê bêhtir mirovan dikuje!

Li gorî lêkolînekê qirêjiya li atmosferê ji cixareyê bêhtir mirovan dikuje. Hewaya qirêj dibe sedem ku salane 8.8 milyon mirov jiyana xwe ji dest bidin

Li gorî lêkolînekê ku li kovara European Heart Journalê hate weşandin qirêjbûna hewayê ji texmînan bi du qatî zêdetir bandorê li ser jiyana mirovan dike. Lêkolîn 12’yê adarê hate weşandin. Li gorî vê yekê, salane li gelemperiya cîhanê 8.8 milyon mirov ji ber hewaya qirêj jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku ji sedî 40 a mirovên zû jiyana xwe ji dest dan, ji ber nexweşiyên kardiyovaskuler e.

Ji zanîngeha Mayence ya li Almanyayê Thomas Munzel ku tev li lêkolînê bû wiha got: “Ev yek tê wê wateyê ku mirovên ji ber hewaya gemarî jiyana xwe ji dest didin, ji mirovên ji ber cixareyê jiyana xwe ji dest didin zêdetir e.”

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di sala 2015’an de 7.2 milyon mirov ji ber cixareyê jiyana xwe ji dest dane û têkildarî vê Munzel da zanîn ku mirov dikarin xwe ji kişandina cixareyê biparêzin lê belê ji hewaya gemarî nikarin.

Lêkolîner dibêjin ku di sala 2015’an de li gelemperiya Ewropayê 790 kes ji ber hewaya qirêj jiyana xwe ji dest dane û 659 hezar ji wan li 28 welatên Yekitiya Ewropayê jiyana xwe ji dest dane.

Di sala 2015’an de ji ber hewaya qirêj li gelemperiya cihanê 8.8 milyon mirov jiyana xwe ji dest dane ku 2.8 milyon ji wan mirovan li Çînê jiyana xwe ji dest dane.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar