Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Hewldana dagirkeriyê li derbên gerîla qelibî

Hewldana dagirkirina herêmên Xakurkê yên artêşa tirk rastî derbên gerîla hat. Hêzên gerîla li dijî hêzên artêşa tirk ên li ser girên Lêlikan, Şehîd Botan û Şehîd Şahan hatine bicihkirin çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn

Liv û tevgera dagirkeriyê ya dewleta tirk a li derdora Bradost, Xakurkê û Lolanê didome. Bi vê armancê artêşa tirk di şeva 28’ê gulanê de çiyayê Şekîf, derdora çemê Lolanê û Girê Şehîd Dervîş bi saetan bi balafir û helîkopterên şer bombebaran kir. Artêşa tirk piştî bombebaranê jî leşkerên xwe danî ser çiyayê Şekîf û Girê Şehîd Dervîş û xwest hewldana xwe ya dagirkeriyê berfireh bike.

Hêzên gerîla jî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk duh êvarê ketin nava liv û tevgerê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, hêzên gerîla li leşkerên tirk ên li ser girên herêmê xistin. Hat zanîn ku duh saet di 21:00’an de hêzên gerîla avêtin ser leşkerên li ser girên Lêlîkan, Şehîd Botan û Şehîd Şahan. Gerîla di çalakiyan de çekên giran bi kar anîn û li dijî leşkerên li ser her sê giran çalakiyên sabotajê pêk anîn.

Kuştî û birîndar bi helîkopteran rakirin

Têkildarî mijarê çavkaniyên herêmî agahî dan û daxuyandin ku di encama çalakiyên gerîla de gelek leşkerên tirk hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Çavkaniyan destnîşan kir ku leşkerên mirî û birîndar bi helîkopteran ji herêmê hatine derxistin. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar