Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Hewldanên ji bo rakirina ambargoya li ser Mexmûrê didomin

Hevdîtinên şandeya Mexmûrê yên li Silêmaniyeyê bi rêxistinên civaka sivîl re didomin. Ji endamên şandeyê Bêwar Unver anî ziman ku duh bi Xaça Sor û saziya Heartland Alliance International (HAI) re hevdîtin kirine û ji wan xwestine ku têkildarî ambargoya li ser wargehê helwesta xwe zelal bikin

Berpirsyarê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose di 17’ê tîrmeha îsal de li Hewlerê li loqantaya Hoqqabazê hate kuştin. Ji wê rojê ve hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo daniye. Ji bo rakirina ambargoyê jî ev demeke şandeyekê ji Wargeha Mexmûrê li başûrê Kurdistanê bi derdorên cuda re hevdîtinan dike.

Şandeyê piştî hevdîtinên li gel saziya Navenda Girîngîpêdana Demokrasiyê û Mafên Mirovan û Hemahengiya Jibo Guhertina Tundûtûjiyê û Sitemkariyê, duh jî Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî û Saziya Heartland Alliance International (HAI) ku ji sala 2004’an ve li Iraqê ji bo alîkariya mexdûrên binpêkirinên mafên mirovan û edaletê dixebite, ziyaret kir. Têkildarî mijarê ji endamên şandeya wargehê Bêwar Unver ji Rojnewsê re axivî.

Têkildarî ambargoyê agahî dan

Bêwar Unver anî ziman ku hevdîtinên wan bi erênî derbas bûne û wiha got: “Me têkildarî ambargoya li ser wargehê agahî dan. Her wiha çend daxwazên xwe me ji wan re ragihandin. Me ji wan xwest ku ev sazî li dijî kiryarên li ser Mexmûrê helwesta xwe nîşan bidin. Her wiha me xwest ku zextê li Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê û aliyên peywendîdar bikin da ku di zûtirin dem de şert û mercên Mexmûrê bên sererastkirin.”

‘Divê ambargo bê rakirin’

Unver bibîr xist ku 12 hezar kes li Mexmurê dijin û hewcehiya wan bi pêwîstiyên weke tendûristî, perwerde, hatin û çûn û pêdiviyên jiyanî heye. Unver wiha bi dawî kir: “Divê ambargoya li ser wargehê bê rakirin. Saziyên ku me pê re hevdîtin kirin jî helwesta xwe ya li dijî binpêkirina mafên civak û kesan, her wiha binpêkirinên zagonan anîn ziman.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar