Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Heyeta Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kir

Şandeya Aştiyê ya Navnetewî piştî ku li Hewlêrê kampanyaya dijî dagirkeriyê ragihand, xwestin ji otêla lê diman derkevin lê ji aliyê asayîya Hewlêrê ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê endamên şandeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir

Endamên Şandeya Aştiyê ya Navnetewî ku li beramberî hemû astengiyan karîbûn xwe bigihînin Hewlêrê, îro li Otêla Blu Mêrkurî ya Hewlêrê daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de kampanyaya dijî dagirkeriyê hat îlankirin û banga tevlibûna kampanyayê hat kirin. Endamên şandeyê diyar kirin ku dê di çarçoveya kampanyayê de serdana herêmên ku dewleta tirk dagir û wêran kirine, gundên hatine valakirin û gundiyên ku ji ber êrîşan zirer dîtine, bikin. Di encama serdan, hevdîtin û lêkolînan de jî dê rapor werin amadekirin.

Piştî daxuyaniyê endamên şandeyê bi armanca şermezarkirina astengiyan, derketin ber deriyê otêlê lê ji aliyê asayişê ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê endamên şandeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di vê navberê de endamên çapemeniyê xwestin nêrîna şandeyê bigirin lê hêzên PDK’ê dor li rojnameger û çalakvanan girt û asteng kirin.

Endamên heyetê astengiya PDK’ê bi dirûşmeyan şermezar dikin. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar