Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 1 Eylül 2025

Heyeta ewropî ji bo şopandina hilbijartinê hate bakurê Kurdistanê

Ji welatên Ewropayê heyeteke ku ji 92 siyasetmedar, burokrat, rojnameger û endamên rêxistinên civaka sivîl pêk dihat ji bo şopandina hilbijartinê hate Amedê

Li ser vexwendina hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, ji Ewropayê heyeteke ku ji 92 parlamenter, burokrat, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnamegeran pêk dihat ji bo şopandina hilbijartina rêveberiyên herêmî û encamên wê, hatin bakurê Kurdistanê.

Di nava heyetê de parlamenterên Partiya Kesk a Federal a Almanyayê, Koma Partiya Çep a Hamburgê û rêxistinên ciwanan, parlamenterên Partiya Demokratên Sosyal a Swêdê, endamên Komeleya AVK’ê ya Îtalyayê, endamên sendîkaya COBAS’ê, endamên Koma Dostane ya Ingilîstanê, endamên Partiya Çep a Fransayê, endamên Komeleya Dostaniya Kurdan a Ingilîstanê, endamên Koma Piştevaniya Norveçê, endam û rêveberên Partiya Kizil, serok û parlamenterên Partiya Çep a Swêdê û endamên Delegasyona Zurîhê di nava heyetê de cih digirin.

Li bajarên hatin erkdarkirin

Li gorî organîzasyona Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê, endamên heyetê dê li bajarên weke Sêrt, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Amed, Riha, Çewlîg, Dêrsim, Xarpêt, Wan, Colemêrg, Bedlîs û li navçeyên van bajaran bên erkdarkirin.

Uca agahdarî kir

Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê û parlamentera Êlihê Feleknas Uca der barê xebatên birêve birine de agahî dan û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê. Uca anî ziman ku ji endamên heyetê 14 kes hatin dersînorkirin. Uca got heyet ji bo piştevaniya bi gelê kurd re hatiye.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar