Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Heyeta navneteweyî: Daxwaza me azadiya Abdullah Ocalan e

Francesca Baruffaldî û Caterîna Posterîno ku di heyeta navneteweyî de cih girtin, balkişandin ser rola azadiya Abdullah Ocalan û gotin: “Wek heyeta ji parlamenterên parlamentoya Ewropayê armanca me daxwaza azadiya Abdullah Ocalan e.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li pergala qirkirina û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan piştî salan şûnde 23’yê Cotmehê de çû Îmraliyê û hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de Abdullah Ocalan got: “Em dikarin pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin. Me dikaribû ev di 2000’î de çareser bikira. Di 1999’an de jî min got ez ji çareseriyê re dikarim xizmetê bikim. Min di 2000’î de jî got, niha jî dibêjim. Lê niha rewş kişandine aliyên cuda. Gotin ‘Apo dixwaze xwe xilas bike’. Em hîna di nokteya ku hatinê de ne. Hîna mijara li parlamentoyê tê axaftin ev e. Sal 2024’an hîna şer hîna neçareserî û pevçûn heye.” Abdullah Ocalan gotibû tecrîd hîna didome û divê ji bo aştiyê şert û merc bên avakirin.

Piştî vê hevdîtinê heyeteke navneteweyî ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike di 3’yê Kanûnê de hatin Enqereyê. Li ser navê Konfederasyona Karkeran a Giştî ya Îtalyayê Francesa Baruffaldî di heyetê de cih girt. Ji La Confederazione Generale Italiana del Lavoro (CGIL Lombardia), Francesca Baruffaldî û nûnera Federazione Lavoratori della Conoscenza (FLC CGIL) Caterîna Posterîno ku di heyetê de cih digirtin der barê serdan û şerê li Rojhilata Navîn didome de nêrînên xwe ji JINNEWS’ê re anîn ziman.

Francesca Baruffaldî û Caterîna Posterîno diyar kirin ku ji bo peyama Abdullah Ocalan esas bê girtin serdana Tirkiyeyê kirine û got rewşa girtîgehan jî ji aliyê heyetê ve tê şopandin. Francesca Baruffaldî û Caterina Posterîno wiha gotin: “Wek heyeta ji parlamenterên parlamentoya Ewropayê pêk tê, armanca me daxwza azadiya Abdullah Ocalan û bangên wî yên ji bo aştiyê esas bên girtin e.”

Francesca Baruffaldî û Caterîna Posterîno diyar kirin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan demokrasiya li welat nîşan didin û got: “binpêkirina mafan a li girtîgehan mijareke ku divê teqez delegasyonê bi kûrahî lêkolîn bikira. Ji ber rewşa girtîgehan asta demokratîkbûna welat nîşan didin.”

Francesca Baruffaldî û Caterîna Posterîno diyar kirin ku şerê li Rojhilata Navîn û Sûryeyê ji mijara Kurd cudatir nikare bê destgirtin û wiha bi lêv kirin: “Di şerê ku her diçe giran dibe de divê di esasa pozîsyona Abdullah Ocalan de tevbigerin. Di vê dema ku tansiyona li Rojhilata Navîn evqas bilinde de divê mijara Kurd li gorî pozisyona Abdullah Ocalan bê dest girtin. Li gorî me ev girîng e. Divê demildest aştî bê axaftin û bikeve rojevê.”

Francesca Baruffaldî û Caterîna Posterîno di berdewamiyê de wiha gotin:” Rewşa Rojava her tim zehmet bû. Tirkiye ya di mijara Sûriyeyê de rola sereke de ye, dest ji plana xwe ya li bakurê welat bernade. Ji bo hêzên navneteweyî niha ya girîng ne aştî û wekheviye. Mixabin ya girîn ne jiyana mirovane. Çek û hêz in. Tiştên çend rojin li hember modela Rojava pêk tên ne xêr e. Ji aliyê wêdetir berê xwe didin tiştên cuda. Divê ji ber vê aştî her kesî eleqeder bike. Ev ji bo me ya esas e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar