Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 3 Ağustos 2025

Heyva Sor a Kurd banga vekirina korîdora mirovî kir

Xebatkarên tenduristiyê yên rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku hejmareke zêde ya sivîl û birîndaran li Serêkaniyê ye û di xetereyeke mezin de ne. Xebatkaran bang li qada navneteweyî kirin ku korîdoreke mirovî vekin da ku sivîl û birîndar bên rizgarkirin

Êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê didomin. Di encama êrîşên qirkirinê de heta niha zêdetirî 235 sivîl hatin qetilkirin û zêdetirî 677 sivîl jî birîndar bûn. Yek ji navendên ku herî zêde şehîd û birîndar lê hene jî navçeya Serêkaniyê ye. Lê ji ber ku navçe ji hêla hêzên dagirker ve hatiye dorpêçkirin, komên tenduristiyê nikarin bikevin navçeyê û birîndaran xelas bikin.

Têkildarî mijarê hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîle Hemê axivî û diyar kir ku bi dehan şehîd û birîndarên sivîl di Nexweşxaneya Serêkaniyê û malan de asê mane. Hemê anî ziman ku wan karî tenê 30 birîndar û 4 şehîdan ji nexweşxaneyê derxînin û wiha dom kir: “Me li Serêkaniyê serdana gelek cihan kir. Diyar bû ku dewleta tirk a dagirker raste rast bi zanebûn sivîlan hedef digire. Em bang li rêxistinên mirovahiyê dikin ku erka xwe ya mirovî pêk bînin da ku korîdoreke mirovî bê vekirin û birîndar û şehîd ji wir bên derxistin.”

Hemşîreya dilxwaz bang li cîhanê kir

Yek ji xebatkarên tenduristiyê jî Mary Francis Rosen. Rosen hemşîreye û vî karî bi dilxwazî dike. Rosen ji bo rewşa li Serêkaniyê wiha dibêje: “Tevî proseya rakirina birîndaran jî li Serêkaniyê hejmareke birîndaran heye. Pêwîstiya wan a lezgîn bi dermankirinê heye. Ez di nexweşxaneya Serêkaniyê de dixebitîm û niha li navçeya Til Temirê me. Jiyana birîndarên li Serêkaniyê di xetereyê de ye. Ez bang li qada navneteweyî dikim ku korîdoreke mirovî bê vekirin da ku ew sivîl û birîndar bên rizgarkirin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar