Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Hezar û 127 mamosteyan bawername wergirtin

Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê bawernameyên derçûnê li hezar û 127 mamosteyên peymangehên Şehîd Çiya û Seydayê Tîrêj belav kirin

Bi şoreşa bakurê Sûriyeyê re gelek destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Yek ji van destkeftiyan jî qada perwerdeyê ye. Perwerdeya bakurê Sûriyeyê li ser rêbazên nû yên xwendinê ye ku bi hemû zimanên serekê tê diyarkirin.

Bi destpêkirina werza havînê re, dewreyên amadekirina mamosteyan hatin vekirin û piştî bidawîkirina perwerdeya li peymangehên Şehîd Çiya û Seydayê Tîrêj, Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê şahiya derçûna mamosteyan li Yarîgeha El-Xedraa ya taxa Til Hecer li dar xist. Li gorî nûçeya ANHA’yê, bernameya şahiyê ji radestkirina bawernameyên mamosteyên ku di sala 2015 û 2018`an de pêk hat û bi beşdariya hemû mamosteyên ku derçûne û hejmareke mezin ji şêniyan bi rê ve çû.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî li ser navê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê hevseroka Komîteya Perwerdeyê Semîra Hec Alî axivî û got ku wan gelek zehmetî dîtin û van astengiyan hişt ku ew asta mamosteyên xwe bilind bikin.

‘Armanc avakirina civakeke rewşenbîr û xwedî exlaqe’

Paşê rêveberê peymangehên li kantona Hesekê Raman Hesef axivî û got ev peymangeh ji bo hemû civatê hatine vekirin, her wiha da ku civakeke siyasî, rewşenbîr û xwedî exlaq were avakirin. Paşê ji rêveberên Peymangeha Şehîd Çiya û Peymangeha Seydayê Tîrêj, bawername li mamosteyan belav kirin. Tê zanîn ku Peymangeha Şehîd Çiya di sala 2015`an de û Peymangeha Seydayê Tîrêj di sala 2016`an de hatin vekirin. Merasîm bi wergirtina bawernameyan û gerandina govendê bi dawî bû. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar