Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 2 şehîdan aşkera kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameyên 2 şehîdan aşkera kirin, ku li Dêrazorê di encama qezaya trafîkê de şehîd bibûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermi têkilîdar şehadeta 2 endamên hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek parve kir.

Daxuyanî wiha ye: “Roja şemiyê 26’ê mijdarê, her du endamên Asayîşa bajarê Hesekê Mehmûd El Xelef û Bedran El Xedban li gundewarê Dêrezorê dema erka xwe ya parastina herêm û gelê xwe bi cih dianîn, di qezayeke trafîkê de gihîştin asta şehadetê.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê şehîd: Mehmûd El-Xelef

Navê Bav: Elî

Navê Dayikê: Emîne

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hesekê 26.1.2022

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 26.11.2022

***

Navê şehîd: Bedran El-Xedban

Navê Bav: Kenaş

Navê Dayikê: Aliye

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hesekê 16.06.2020

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 26.11.2022

Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan re dixwazin, bi rêz û hurmet li hember giyanê şehîdên xwe yên bi rûmet bejna xwe ditewînin. Em soz didin gelê xwe ku em ê li ser şopa rêya şehîdan bimeşin û em ê jiyan û tiştên xwe yên herî bi qîmet pêşkêş bikin heta ku em li hemû herêmên xwe ewlehî û aştiyê pêk tînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar