Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

Hêzên HSD’ê kantona Dêrazorê ji êrîşan diparêzin

HSDˈê li gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê hewldanên sepandina ewlehiyê û têkbirina bermehiyên rejîma berê didomînin. HSD'ê xwest ku heta 10'ê Sibatê hemû çekan radestî wan bikin.

Komeke ji bermahiyên rejîma berê beriya çend rojan li bajarokê Zîbanê yê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê êrîşî nuqteyên HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Di encama bersivdayîna êrîêrîşşan de pevçûn derketin. Medyayên dîjîtal ev mijar wekî ku komên çete dest danîne ser bajarokê Zîbanê parve kirin.

Bajarokê Zîbanê yê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê yek ji wan cihan e ku tevgerên bermahiyên rejîma berê û çeteyên “Dîfa El Wetenî” lê zêde ye. Di du salên dawîn de van koman çend caran bi armanca texrîbkirin û reşkirina statuya herêmê êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Bi hevgirtina gel û piştevaniya wê ya bi hêzên xwe yên parastinê re êrîş hatin şikandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Dêrazorê danbûn ANHA’yê, komên ji bermahiyên rejîma berê ya têkçûyî, bi navên cuda xwestin texrîbatan li herêmê çêbikin û bi armanca derxistina tevliheviyê agahiyên şaş li ser medyayên civakî parve kirin. Ev hewldan careke din têk çûn. 18ˈê Çileya îsal şaneyên van koman êrîşî nuqte û bendên kontrolê yên HSDˈê kirin. Şervanên HSDˈê bersiva êrîşan dan û şer qewimî ku du rojan dewam kir. Di encama êrîşa komên ji bermahiyên rejîma berê de zarokekî bi navê Ehmed Şilaş (9) ê ji bajarokê Zîbanê şehîd bû.

HSDˈê bi armanca kontrolkirin rewşê qedexeya çûn û hatina ji bo du rojan ragihand û li taxên bajar û keviyê çemê Firatê operasyoneke lêgerîn û paqijkirinê da destpêkirin. Di encamê de 33 endamên bermahiyên rejîma berê hatin girtin û çekên wan hatin desteserkirin.

HSDˈê wext da wan koman ku tevî çekan xwe radest bikin û di 25ˈê Çileyê de dema wê heya 10ˈê Sibatê dirêj kir.

HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka şêniyan xebatên li dijî bermanyên rejîma berê dewam dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar