Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Hêzên pêşmergeyan sewqî Zaxoyê hatin kirin!

Bi gelek wesayitên zirxî hêzên pêşmergeyan sewqî bajarokê Derkarê ya Zaxoyê hatin kirin. Bi vê sewqiyatê fikarên zêde pêşketin ku li gorî peymana di navera Barzanî û Enqereyê de dê pêşmerge jî bi leşkerên tirk re tevli operasyona li dijî gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibin

Ji 27’ê gulanê ve artêşa tirk êrîşên xwe yên dagirkeriya başûrê Kurdistanê dijwartir kiriye. Dewleta tirk van êrîşan bi piştgiriya PDK’ê dike. Her çiqas ev hevkarî û tifaqa qirêj a di navbera Barzanî û Dewleta tirk de veşarî xuya bike jî kiryarên wan ên qirkirin û dagirkirinê her tiştî radixe ber çavan. Rojane belge û dîmenên tifaqa qirêj a PDK û AKP’ê derdikeve holê. Li gorî nûçeya Rojnewsê, bi gelek wesayitên zirxî û leşkerî hêzên pêşmergeyan sewqî bajarokê Derkarê ya navçeya Zaxo ya Duhokê hatin kirin. Hate ragihandin, sewqiyata pêşmergeyan di 28’ê tîrmehê de hatiye kirin. Ji wêneyan xuya dike ku bi gelek wesayitên zirxî û leşkerî hatine sewqkirin. PDK’ê beriya niha jî 15 wesayitên leşkerî û gelek pêşmerge şandibû herêmên Bradost û Berbizinayê.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku şandindina pêşmergeyan a herêma Bradostê ne ji xêrê re ye û berê jî hat dîtin ku pêşmerge lê herêmê parstina leşkerên tirk ên ku başûrê Kurdistanê dagir kirine dikin. Her wiha berê jî gelek cih pêşmergeyan radestî artêşa tirk kiribûn. Ev hemû jî li ser peymana di navbera Barzanî û Enqereyê de pêş dikevin. Li gorî peymanê dê pêşmerge jî bi leşkerên tirk re tevli operasyona li dijî gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibin. Ev sewqiyat jî nîşaneya vê yekê ye. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar