Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Hêzên Roj li Başûr ne yasayî ne’

Parlamenterê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Loqman Werdî diyar kir ku li Başûr hêzên Roj ne yasayî ne û PDK wan ji bo armancên xwe yên hatine diyarkirin bikar tîne

Navenda Nûçeyan |

Koma çekdaran a Ççeteyên Roj di 12’ê nîsana 2012’an de bi biryara serokê PDK’ê Mesûd Barzanî hate avakirin. Ev çeteyên Roj li başûrê Kurdistanê ji aliyê leşker û MÎT a dewleta tirk a dagirker ve têne prerwerdekirin. Hemû pêdawîstiyên çeteyên Roj ji aliyê Tirkiyeyê ve tên pêşwazîkirin.

Niha ev çeteyên Roj bi pêşengiya PDK’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, nêzî gerîlayên azadiyê têne bicihkirin. Çeteyên Roj bi hêza Zêrevanî ya ser bi PDK’ê re tev digerin û herî dawî bi destê van çeteyan 6 gerîlayên azadiyê li Xelîfanê hatin şehîdxistin. Di hefteya borî de jî heman çeteyan carek din êrîşî gerîlayan kiribûn.

Der barê armanca avakirina vê koma çete de, endamê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Loqman Werdî ji Ajansa Rojnewsê re axivî.

Loqman Werdî diyar kir ku tu agahiya wan der barê kiryarên hêzên Roj ên li xaka başûrê Kurdistanê dikin de tuneye, ew hêz ne yasayî ne û ji aliyê PDK’ê ve hatiye avakirin.

Parlamenter Loqman got ku hêzên Roj ji bilî bargiraniya ji bo başûrê Kurdistanê tu feydeyek nadin herêmê û ev tişt anî ziman: “Bi awayek ne yasayî li Herêma Kurdistanê hatine avakirin, bila biçin parastinê li cihên xwe bikin. Çi alîkariyek jî bidin, dîsa ne yasayî ye. Ji ber ku ev ne hêza Herêma Kurdistanê ye. Hêza PDK’ê ye û PDK ji bo armancên xwe yên diyar avakiriye û bi kar tîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar