Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtin vê sibê operasyoneke leşkerî li dijî Ukraynayê ragihand û hêzên Rûsyayê ketin Donbassê. Wezîrê karên derve yê Ukraynayê banga rawestandina êrîşan kir û got dê li ber xwe bidin
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn vê sibehê daxuyand ku ‘operasyona leşkerî’ dane destpêkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmytro Koleba jî li ser Twitterê got Pûtîn dest bi êrîşên li dijî Ukraynayê kiriye û li ser gelek bajarên welêt êrîş hene. Koleba diyar kir ku ev şerekî dijminane ye û dê Ukraynayê parastina xwe bike.
Ajansa Interfax a Ukraynayê jî têkildarî mijarê ragihand kir ku moşek li avahiyên leşkerî yên li gelek deverên Ukraynayê ketine û hêzên Rûsyayê ketine herêma Donbassê.