Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Hêzên taybet li Dêrazorê 2 şaneyên DAIŞ’ê bêbandor kirin

Yekîneyên Taybet ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bejahiya Dêrazorê bi ser du şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ku amadekariya êrîşên li dijî navendên sivîlan dikirin de girt. Di serdegirtinê de tevî 10 çeteyan, gelek alavên leşkerî jî hatin bidestxistin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Yekîneyên Taybet ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 2’yê cotmehê de li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê yên li bejahiya rojhilatê Dêrazorê çalakiyên taybet pêk anîn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Li ser agahiyên ji welatiyan, hêzên me yên taybet li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li bejahiya rojhilatê Dêrazorê operasyon kir. Van her du şaneyan li dijî navendên sivîlan amadekariyên êrîşan dikirin. Di encama operasyona hêzên me de 10 endamên her du şaneyan hatin girtin.”

Alavên hatin bidestxistin

Hêzên ewlekariyê diyar kir ku di serdegirtina şaneyan de hêzên wan gelek alavên leşkerî, teqemenî, çekên kalaşnîkov, bombeyên destan, mayin, demance, alavên bêdeng, bêtêl, nasnameyên sexte, pere û hwd. desteserkirin. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar