Serhildana Şêladizê, tomarkirina dîrokeke nû bû di berxwedana li dijî dagirkerên Kurdistanê de. Hewarek nû bû ji bo komkirina parçeyên laşê vî welatê parçebûyî û perçiqayî ku hîn jî xiyanet di birînên wî de dijî.
Xelkê Şêladizê çawa li dijî artêşa Tirk a dagirker rabû?
Roja 23’yê Çileya 2019’an, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker devera bajaroka Dêrelûkê bombebaran kirin û di encamê de ku 2 welatî şehîd bûn û çend welatî jî birîndar bûn.
Vê êrîşa hovane ya dewleta Tirk a dagirker hêrsa gelê herêmê zêdetir kir. Êvara 26’ê heman mehê, welatiyên Şêladizê bi hemû çîn û beşên xwe ve çûn ber baregehên artêşa Tirk ya li Komelgeha Sîrê û baregeha leşkerên dagirker dan ber keviran. Paşê çûne hindirê barehê û baregeha wan bi çek û amûrên leşkerî ket destê welatiyan. Leşkerên dagirker di van kêliyan de serî li rêya herî kirêt, qirêj û nemirovî dan û gelê serhildêr yê Şêladizê rast raste gulebaran kirin, di encamê de du welatî şehîd bûn û Li gor destdirêjiya guleya serbazên Tirkiyê, 2 welatî şehîd bûn û çend welatiyan din jî birîndar bûn.
Ev raperîna xweser a gelê Şêladizê, ji bilî ku encama kombûna êş, azar û nefreta gel a 28 salan ya ji ber êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker bû, li aliyek din jî peyameke zelal jî bû ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku divê êdî dest ji alîkariya dagirkeran berde û êdî artêşa Tirk a faşîst neyne ser xaka pîroz a Kurdistanê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berevajiyê daxwazên gel, wê demê xelkê Şêladizê weke ‘provakator’ binav kir. Barzanî di heman demê de rojnamegerên Serhildana Şêladizê gihandn raya giştî jî kir hedefa xwe.
Ev serhildan an jî raperîna gelê Şêladizê ne tenê baregeha artêşa Tirk biçûk kir, belkû peyameke zelal û eşkere ya gelê Kurdistanê ye ku gel qet destdirêjiya hêzên dagirker li ser axa xwe qebûl nake ye.
Her wisa Serhildana Şêladizê peyameke zelal bû ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku êdî hevkariya bi dagirkeran re neke. Her wiha peyamek bû ji bo aliyên Kurd dest ji hev şikandina hevdû berdin, yekrêziya gelê Kurd xurt bikin û dest ji berjewendiyên xwe yên taybet berdin.
Rojek piştî Serhildana Şêladizê, Hevserokatiya KCK’ê peyamek belav kir û pêşwaziya helwesta gelê Şêladizê kir. Hevserokatiya KCK’ê got; “Gelê Şêladizê û Dêrelûkê siyaseta hêzên dagirker ya li Başûrê Kurdistanê pûç kirin. Serketina vê gavê, dê pîvana sereke ya me û gelê me li Başûrê Kurdistanê.”
Berovajiyê wê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ku desthilatdarê sereke yê Herêma Kurdistanê ye û zêdetiriya dezgehên desthilatê bidest xistiye, peyama gelê Şêladizê tênegihişt û hevkariya xwe ya bi artêşa Tirk a dagirker re bihêztir kir.
Ji bi lî vê PDK’ê di dawiya sala 2020’an de, hêzek çekdarên Roj û Gulan li nêzî herêmên gerîlayan bicih kir. Piştre çend caran hêzên çekdarên Roj gule berdan gerîlayên PKK’ê. PKK’ê li ser siyaseta şerxwaz ya PDK’ê jî got; ‘Em şerek di nava Kurdan de naxwazin û bang li PDK’ê jî dikin dev ji vê helwesta xwe berde.”
Li vir ya dibe cihê pirsyarê eve: Ma Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze kengî ji peyama gel a têkildarî redkirina dagirkeriya dewleta Tirk têbigihe? Ma gelo rojek nayê ku piştguhxistina îradeya gel dê wan jî bixe ber pêla hêrsa gel? Ma ji vê tênegiheştine ku dewleta Tirk a faşîst li dijî her takekesê Kurde? Tevî wê yekê jî xayînan dîsa rêya xayîntiya xwe didomînin… Di dîroka têkoşîna gelê Kurd ya ji bo azadiyê de vê dewleta dagirker ji bo planên xwe yên dagirkeriyê û xiyala Osmanî bicih bîne her tim hebûna PKK’ê ji bo xwe kiriye hincet.
Çavkanî: Rojnews